Berî bi demekê Koma Civakên Kurdistanê (KCK), ji bo lidarxistina kongreya neteweyî bang li aliyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê kir. Piştî vê bagê gelek aliyên siyasî yên Kurd jî piştgiriya xwe ragihandin.

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan ku ji ajansa RojNews’ê re axivî behsa girîngiya banga KCK’ê kir û got: “Piştî banga KCK’ê ya lidarxistina kongreya neteweyî hewldanên me yên di vî warî de zêdetir bûn. Di vê çarçoveyê de em jî weke KODAR’ê hewl didin ku ji bo lidarxistina kongreya neteweyî hemû hêz û aliyên siyasî yên Rohilatê Kurdistanê bînin gel hev.”

Divê nakokî çareser bibin

Bêrîtan bi bîr xist ku civaka Kurd îro di krîzek siyasî de ye û got: “Hêzên dagirker dixwazin destekeftiyên gelê Kurd ji destê wan derxînin û siyaseta xwe li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bisepînin. Li hember vê yekê pêwîst e em yekîtiya xwe xurt bikin. Her wiha divê êdî em pirsgirêken xwe guftûgo bikin û ew nakokiyên ku hene çeraser bikin. Ji ber vê jî piştî banga KCK’ê me jî wek KODAR’ê hewl da em hemû hêzên Rojhilatê Kurdistanê bînin gel hev. Hinek civîn ji bo aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine çêkirin û heta encam were standin dê ev xebat berdewam bikin.”


BERHEM LETÎF / ROJNEWS / SILÊMANÎ