Serokkomarê dewleta Tirk û serkêşê qirkirina Kurdan Tayyip Erdogan li New Yorkê ji civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî re peyivî. Erdoganî xef nekir û eşkere behsa planên xwe yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got, ew ê qirkirinê bibe serî bi wê rêyê ku penaberên Ereb li Rojava bi cih bike.
Li ser vê yekê, Nûnerê Berê yê serokê DYE´yê di Koalîsyona li dijî DAIŞ´ê de Brett McGurk şiroveyek kir. Wî bi bîr xist ku ji bo kovara Foreign Policy wî serê vê salê nivîsî bû ku "tişta Erdogan jê re dibêje ´Herêma Ewle´ esas planeke firehkirina erdên Tirkiyeyê li ser sînorê wê yê başûr e." Di wê gotarê de McGurk digot, nabe ku bi ti awayî DYE bibe şirîkê planeke bi vî rengî. McGurk dibêje, piştî ku li Erdoganê li NY´yê temaşe kir, wî dîtiye ku tişta wî di kovara Foreign Policy de nivîsiye Erdoganî jî bi nexşeyekê piştrast kiriye. Wî weke têbîniyekê jî got, ev erdê Erdogan dixwaze dagir bike, hemû erdên Kurdan li Sûriyê dihewîne.
NEW YORK