Bombebarana balafirên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Heta niha ji ber bombebaranê gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane bi dehan gund hatine valekirin û ziyanek mezin li bax û baxçê gundiyan bûye. Bombebarana artêşa Tirk herî zêde li Binarê Qendîlê û herêma Behdînanê pêk tê. Ji ber bombebaranê bi hezaran donim zevî şewitîn.

Li gorî agahiyan li herêma Bradostê, 216 gund hene, ji vê hejmarê 115 gund ji ber êrişên artêşa Tirk hatine valekirin. 20 gundên din jî di bin metirsiya valekirinê de ne. Her wiha li 4 bajarokên Hecîawa 116 gund, li Binarê Qendîlê 63 gund, li Zaxo jî 123 gund û navçeya Soran jî 310 gund hene. Jiyana xelkê van gundan di bin metirsiya balafirên artêşa Tirk a dagirker de ne.

Bi sedan sewal telef bûn

Hema bêje rojane artêşa Tirk van gundan dide ber bombeyan. Ji ber êrişan heya niha li van gundan bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Di êrîşan de bax û baxçeyê gundiyan dişewite û ziyaneke mezin digihe xwezayê. Ji bilî wê bi sedan sewalên gundiyan telef bûne.

Metirsiyek mezin çêdike

Pisporên jîngehê dibêjin ku ji ber bombebaranê çavkaniyên avê û oksîjen kêm dibe. Pispor diyar dikin ku êriş hevsengiya xwezayê xira dikin û bandorek xirab li ser barîna baranê jî dikin. Ji bilî wê jîngeparêz dibêjin, ji ber topbaranê dûkêla reş derdikeve û hem xweza ziyanê dibîne, hem jî li ser tendirustiya mirovan metirsiyeke mezin çêdike.

Dengê xwe bilind bike

Parêzerê ava Kurdistan û Iraqê Nebil Musa balkêşand ser bandora şer û paşmayên teqemenî yên li ser jîngehê û got; “Şer sedemê herî sereke yê pîsbûna jîngehê ye. Divê her kes li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bike û zextê li hikumetê bike. Divê sînorek ji bo Tirkiye û Îranê were danîn. Ji ber ku ger wisan biçe wê metirsiyek mezin çêbibe û xelkê herêmê ji ber êrişan cihê xwe berdin.

Divê lêkolînan bikin 0

Herwiha hevserokê rêxistina Xwezayî ya Kurdistanê Renc Eta jî balkişad ser nebûna navendek taybet ya lêkolînê û got; “Bombebaran ziyaneke mezin dide jiyana xelkê herêmê, lê mixabin heya niha navendek me ya lêkolînkirinê nîne. Di aliyê zanistî de em nizanin çi ziyanek bombebaranê heye, hikumet jî di vî alî de ne xwedî hewldanekê ye. Divê kesên pispor der barê ziyanên bombebaranê de lêkolînan bikin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN