Armanc mesleheta Êzîdiyan e
Xwedêda Mirad: Em diçin ku gel bi germî pêşwaziya me dike, xelk hez ji bernameya PADÊ dike, ji ber ku rêxistina wê heta niha ji her rêxistina din bêhtir xizmeta Êzîdiyan kiriye, bergiriya wan kiriye.
SILÊMAN ŞENGALÎ/ŞENGAL
Li Iraqê hilbijartinên giştî wê 12 Gulanê bi rê ve biçin. Îsal ji carê guhertîtir, li Şengalê di pêşbirka hilbijartinan de reqabeta aliyên siyasî serbestir e. Yek ji partiyên ku wê ji bo kursiya kotayê ya ji bo Êzîdiyan bikeve hilbijartinê, PADÊ ye. Ji namzetên PADÊ Xwedêda Mirad Reşo Pîso, bersiv da pirsên me yên derbarê hilbijartinan de û got, xelkê Şengalê bernameya PADÊ diecibîne û ew xebatên xwe yên propgandayê ji bo serketina partiya xwe bi rê ve dibin. Xedêda Mirad bi bîr xist ku PDK li Dihok û Hewlêrê destûra propgandayê nade PADÊ´yê lê belê îsal şansê wan heye ji ber ku muşahidên partiyan wê li ser sindoqan bin û xelk wê bi azadî karibe dengê xwe bide. Ew dibêje weke PADÊ projeya wan esasî ya siyasî ew e ku Şengal bibe navçeyeke xweser û li Bexdayê jî ew ê ji bo meslehetê Êzîdiyan tesîrê li pêvajoya biryardayîna siyasî û projesaziyê bikin.
Hûn namzet in ku nûneriya xelkê Şengalê bikin. Mijarên we yên sereke yên siyasî li Bexdayê wê çi bin? Projeyên we ji bo Şengalê çi ne?
Li aliyê siyasî projeya me ya siyasî ya esasî ew e ku em Şengalê bikin parêzgehek a ku ne navendî be lê xweser ser bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê be. Hingê Şengal wê xweser be, budceya wê jî wê bê Şengalê û xelkê Şengalê wê karibe bi budceya xwe re miamele bike. Wê şefaf be, fesadî tê de nebe.
Pirsgirêka sereke a navçeya Şengalê jinûveavakirin e; hûn ê karibin çi xizmetê di vî warî de bikin?
Gava em weke nûner biçin Bexdayê, em ê bibin şirîkên biryara siyasî. Biryarên projeyan li parlamena Iraqê tên sazkirin. Wê gavê em ê karibin daxwaz bikin ku mesleheta xelkê Êzîdî jî di biryarê de hebe. Ji bo Şengalê jî heke budce bê veqetandin, şefaf be, em ê hewl bidin ku misoger bikin ku ji xelkê Şengalê re jî eşkere be ka ev budce ji bo jinûveavakirina Şengalê çawa tê bikaranîn û parvekirin. Divê budce bê îlankirin ji xelkê re.
Ji bilî ji nû ve avakirinê, hîna pirsgirêka koçberên Şengalê heye ku pirraniya wan hîna li wargehên li Dihok û derdorê ne. Sedemên venegera wan çi ne? Ji bo ev sedem ji holê rabin hûn ê çi hewldanan bikin?
Sebeba sereke a venegera koçberan, nexasim jî koçberên ji başûrê Şengalê, ji gundên Til-Izêr, Sîba Girzerek, heta niha mayîn in. Ev bû salek ku Heşda Şaibî ev dever rizgar kirine, lê nehatine paqijkirin ji mayîn, bombe û xirbeyan. Xelk nikare vegere. Her roj malek, xaniyek bi hinan de diteqe. Li aliyê din jî xizmet jî nînin, xizmetên esasî yên weke av û elektrîkê jî nehatine çêkirin. Herçî ewlehî ye, bi hêza xwe ya YBŞ/YJŞ û asayîşê bi ser hêzên Iraqî em ê karibin manê, ewlekariyê ji bo xelkê vegere, biafirînin. Li aliyê din alîkariyên insanî jî, xizmetên insanî bi destê Neteweyên Yekbûyî heta niha ti tişt nekirine ji bo vegera koçberan. Ev hemû bi hev re dibin sedem ku vegera xelkê asteng dike. Bi ser de jî rêyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî girtiye. Heta xelk tevî mala xwe bê, 5 ta 6 saetan di rê de şepirze dibe, nikarin malê xwe bînin. Rêya Rebîa girtî ye, ya Sedîh girtî ye. Heger em karibin xwe bigihînin, em ê xaniyan ji mayînan paqij bikin; wekî din em ê daxwazê ji Bexdayê bikin ku xizmetan misoger bike. Em ê ji rêxistinên navneteweyî jî dozê bikin û ji hikûmeta Iraqê jî da ku xelk karibe vegere ser erd û milkên xwe.
Gelo koçber wê dengê xwe karibin bi kar bînin, hûn xebata propagandayê di nava wan de jî dikin?
Herçî xebata propagandayê li Başûrê Kurdistanê ye, em dikarin biçin parêzgeha Silêmanî, em serbest in. Li wê derê demokrasî heye bêhtir ji Dihok û Hewlêrê; ev fikra me ye. Pirraniya koçberên ji Şengalê li Dihokê ne. Vê gavê em nikarin biçin aliyê miletê xwe, ji ber ku hikûmeta PDK´ê pirsgirêkan ji me re çê dike. Ew bi çavekî din li me dinihêre. Destûra propagandayê nade me. Em propagandaya xwe bi rêya kanalên televizyonê, medyaya civakî ya weke facebookê dikin. Em bi telefonan jî propagandaya xwe dikin. Di van hilbijartinan de derfetek li pêşiya me heye ku em bi muşahidan li ser sidoqan bin. Muşahidên PDK, YNK, Gorran, Nifşê Nû û yên me jî wê li ser sindoqan hebin. Heger polîsek, pêşmergeyek yan hin kesên din zextê li hilbijêran bikin, ew ê qebûl nekin. Jixwe, kesên ku kartên wan ên hilbijêran hebin, wê bi kartên xwe deng bidin, yên kartên wan nebin jî wê bi nasnameya xwe karibin dengê xwe bi îradeya xwe ya azad bidin. Ji ber ku li gorî sîstemê, ti kes wê nikaribe zanibe hilbijêr dengê xwe daye kê, ew ê karibe bi dilê xwe dengê xwe bide.
Gelek deverên Şengalê ji aliyê hikûmeta navendî ve tên kontrolkirin. Gelo li van deveran propagandayeke serbest a siyasî ji bo hilbijartinan mumkin e?
Li van deverên hikûmetê rizgarkirî, ya ez dibînim, propagandaya hilbijartinan azad e, her kes dikare mîtîngan bike, dikare resmên xwe li ku derê bixwaze daliqîne. Kî li ku bigere, hîmaye heye, mintiqe ewle ye û ti zext li ser aliyan nîne. Li vî erdî em diçin cem her kesî û çi pirsgirêk nîne.
Xelk projeyên we yên siyasî çawa dibîne; tewecuha gel ji cenabê te re û ji PADÊ´yê re çawa ye?
Bi her halî, em dikarin tenê yek kursiyê ji kotayê bistînin. Sê partî hene ku ji bo kursiya kotayê ketine pêşbirkê. Kîjan partî bi ser keve, ew ê yek nûnerî bişîne Bexdayê weke kursiya hindikahiya Êzîdiyan. Em diçin ku gel bi germî pêşwaziya me dike, xelk hez ji bernameya PADÊ dike, ji ber ku rêxistina wê heta niha ji her rêxistina din bêhtir xizmeta Êzîdiyan kiriye, bergiriya wan kiriye.