Belgefilma ‘Sara-Jiyana min her şer bû” ya li ser jiyana ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî (NICE International Film Festival) a li bajarê Fransa Niceê, hat nîşandan.

Festîvalê 7’ê Gulanê dest pê kir û wê îro diqede. Di çarçoveya festîvalê de belgefilm û kurtefîlmên ji gelek welatan hatin nîşandan. Di vê çarçoveyê de belgefilma Sara jî pêr hat nîşandan. 


‘Armanc ne xelat e’

Fîlma ku ji aliyê gelek mirovên biyanî ve hat temaşekirin, di beşên senaryoya herî baş, belgefilma herî baş, belgefilma herî baş a bi zimanê biyanî û belgefilma herî baş a xweser, ji bo wergirtina xelatê namzet hat nîşandan. 

Belgefilm wê li gelek festîvalên mîna Festîvalên Fîlman ên Barcelona, Madrîd û Doarnenezê jî bê nîşandan.

Yek ji çêkerên fîlmê Delal Yildiz diyar kir ku di vê festîvalê de gelek fîlmên ji Rojhilata Navîn û Awûstralyayê hatine nîşandan. Yildiz got, “Elaqeya ji bo belgefilma me hat nîşandan, zêde bû.” Yildiz da xuyakirin ku armanca wan ew e ku Sakîne Cansiz bi gelên cuda û raya giştî ya navneteweyî bidin naskirin û got, “Heta dawiya salê wê li gelek festîvalan film bê nîşandan. Di vê festîvalê de di 4 beşan de ji bo wergirtina xelatê namzet hat nîşandan. Ji bo pêşbirkê em fîlm naşînin festîvalê. Ji bo me ya girîng, jîndarkirina Cansiz e.” 


 NICE