Mesele hene, darî çav in. Tevî ku mesele li ber çavan e û hûn rabin bi hin aliyên din de dakevin ango bikişkişînin, hinekê ji we re bibêjin, virde wirde neke. Meseleya Kurd û dijminatiya dewleta Tirk mijareke bi vî rengî ye. Li ber çavan e. Îca hewce nake mirov virde wirde bike. Dewleta Tirk dijminekî sondxwarî yê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Ev yek ji roja hatiye damezrandin bi vî awayî ye. Ji ber ku dewleta Tirk dewleteke qewmî ye, û li ser tinekirin; qirkirina gelên din hatiye ava kirin. Di tinekirin û qirkirinê de hin caran firsend dîtiye xwe şidandiye, lê hinek caran xwe sist kiriye, xwe melisandiye, xwe lê qelastiye, xwestiye keysa xwe lê bîne û derba xwe ya kuştinê lê bide. Lê ev rewşa carna hişk û hinek caran sist, nayê wê maneyê dewleta Tirk a dagirker ji stratejiya xwe ya tinekirin û qirkirinê hatiye xwarê. Di meşandina vê stratejiya qirkirinê de jî gelek awa û amûran bi kar tîne û bi hebûna xwe hemûyî pê dadikeve. Dema vê dike, tirsa wê heye û naxwaze ji kontrola wê derkeve. Em gava îro li tabloyê binêrin jî em ê heman tiştî bibînin. Li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk bi qasî dikare dijminatiyê dike û di vê dijminatiya xwe de dixwaze qira Kurdan bîne. Ji bo vê hewce nake em gotinê virde wirde bibin.
Eger em heta bi vir, li ser vê yekê hemfikir bin, em dikarin li ser siyasetên rojane yên qirker biaxivin û li gorî wan jî li ser awayê berxwedanê, yan jî manûnemanê bipeyivin; bifikirin. Jixwe, hin kesên bi eslê xwe Kurd, ji ber ku wisa li meseleyê nanêrin, bi hêsanî dikarin bi dijminê xwe re rabin û rûnin, pê re dostaniyê bikin. Kesên wisa yên ji kesayetiyê mehrûm, Kurdên din jî bi nezanîna siyasetê û xeşîmiyê gunehbar dikin. Bi hevsarên akademîk ên dagirker û mêtingeran xistine stûyê wan serbilind in. Beşek ji van kesan bi zanebûn bi rola xwe radibin û ji alifên dijminan dixwin û bi wan debara xwe dikin. Lê beşek jî heye, ji ber asîmîlebûnê bêhemdê xwe dikeve şaşiyên bi vî rengî û gotina min ji bo vî beşî ye. Ev beşê ku jê re dipeyivim, gotin di devan de heye, qaşo xwedî li xwe jî derdikeve, lê şildimbildima wî/wê ye, di warê mejî de ne bi destê xwe ye. Mejiyê xwe bi qaşo zanista dagirker û mêtingeran av daye. Hinekî lalûte û barûte ye. Mixabin hay ji xwe nîne.
Eger hûn dij-minê xwe baş nas bikin, hûn ê xwe jî xweş nas bikin. Kengî me bi vî çavî li mijaran temaşe kir, em ê bibînin siyasetên asayî jî xuya dikin, di heman demê de bi armanca qirkirinê ne. Hûn ê bibînin, dibistanên qaşo ji bo zarokên we hatine vekirin bi armanca qirkirinê ne. Mizgeftên bi qasî dibistanan hatine vekirin û li şûna meleyan îmam li wan hatine wezîfedarkirin bi armanca qirkirinê ne. Sazî û dezgehên qaşo hunerê û sporê bi armanca qirkirina mejî û can in. Malbatên xwendekaran û kerxane ji bo xesandin û qirkirinê ne. Hebûn û tinebûna karxaneyan bi armanca kedîkirin û qirkirinê ne… Em dikarin wisa dirêj bikin. Di siyaseta îro de danîna dagirkerî bi navê qeyûm li şûna şaredarê gel jî bi vê armancê ye. Lewma ti maneya xwe nîne mirov bibêje, qeyûm dizek e, û nizanim çi kûçik e. Jixwe diziya mezin, dagirkerî û tepisandina mezin, nenaskirin û stendina vîna gel e. Li vir a divê were dîtin ew e, dewleta Tirk dixwaze di qada siyasetê de jî qira Kurdan bîne. Ma ne ji vê ye, zindan tijî kirine û ev yek jî ti carî ranewestandî ye. Quncika min a nivîsê têrê nake ez van kirinên wan hemûyan binivîsim. Lema li vir pirsa di cih de mirov bike ev e: baş e, li hemberî qirkirinê divê mirov çi bike? Jixwe, dema mirov armanca dijmin û qirker destnîşan kir, çare jî bi awayekî eşkere dibin. Beriya her tiştî divê Kurd hebûna xwe ya maddî û manewî biparêzin. Ji bo vê çi hewce bike, bi cih bînin. Îca nivîseke din bibe qismet em ê hinekî bi vê dakevin. Hewl bidin serê xwe li ser vê dabaşê biêşînin û bipirsin ka divê çi were kirin.