Endamê Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) Dr. Kamûran Berwarî têkildarê mijarên deriyê sînorê Rojava, hilbijartin, destûr û paşvexistina dema serokatiya başûrê Kurdistanê de axivî. Berwarî diyar kir ku dema mirov temaşe dike, hemû welatên cihanê sînorên xweyên bejahî û deryayî hene û wiha axivî: “Di dirêjiya dîrokê de heta niha ne hatiye bihistin yan dîtin ku welatekê di nava xwe de deriyên sînor ji gelê xwe re girtine. Lewra ez dikarim bêjim di dîrokê de cara yekemîn ev ji aliyê rêveberiya başûrê Kurdistanê ve tê kirin û ev ji bi piştgiriya hêzên navneteweyî tê kirin."
Berwarî der barê armanca girtinê deriyê sînorê Rojava de diyar kir ku bi armanca bê hizkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê derî hatiye girtin û wiha pêde çû: “Ji bilî armanca şikestina şoreşa rojavayê Kurdsitanê mirov tu sedem din nabîne ji bo girtina deriyê sînorê rojava û başûrê Kurdistanê. Em vê polîkiya rêveberiya başûrê Kurdistanê şaş dibînin, ji ber ku tenê di navbera Başûr û Rojava de tenê çemek derbas dibe û ew jî ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatiye danîn."

Polîtîkayeke şaş e

 Berwarî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku girtina derî siyasetek şaş e û wiha axivî: Pêwîst e serokatiya başûrê Kurdistanê, serokatiya parlamentoyê û serokatiya hikûmeta başûrê Kurdistanê dev jî vê siyaseta xwe ya qirêj berdin û xwedî li gelê xwe û şoreşa Rojava derbikevin. Lê eger ev siyasetek a PDK’ê tenê be, em vê siyasetê şaş dibînîn û eger bi vî awayî bidome wê zererek pir mezin bide yeketiya netewî."
Berwarî der barê mijara Destûra Herêma Kurdistanê de jî axivî û diyar kirin ku demek dirêj e destûra bingehîn a başûrê Kurdistanê di nava guftigo û nîqaşan de ye û ev destûre bi madeyên şaş û ne di berjewendiyên gelê başûrê Kurdistanê de hatiye girtin û xwest dawî li vê polîtîkaya dijî demokrasiyê bînin.
Berwarî ev tişt got: “Di aliyek din de jî dirêjkirina dema serokatiya herêmê biryarek ne di cih de ye û ne di çarçoveya Destûra Herêma Kurdistanê de ye. Vê biryarê bi xwe re pirsgirêk afirand. Ji ber ku li gorî Destûra Bingehîn ya Herêma Kurdistanê, madeya têkildarî dema serokatiya herêmê de du carin yan jî 8 sal in. Lewra piştî kesekê du caran serokatiya herêmê kir nikare cara sêyem ji bo hilbijartina serokatiyê bikeve dengdanê."

Xala 140'emîn bikar tînin

Berwarî der barê xala 140’an de jî axivî û diyar kir ku têkildarî xala 140 jî ew dikare bêje ku hem gunehek hem jî şaştiyek stratejîk û siyasî ya rêveberî û hikûmeta başûrê Kurdistanê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji sedî 56’ê axa başûrê Kurdistanê xistine gûmanê de gelo ev herêma li ser axa Kurdistanê ye an na. Ji bo vê jî navek derxistin û bi navê herêmên dikevin ber xala 140’an hat bi navkirin. Divê ev politikaya şaş ne hatiba kirin. Lê li rexmê hat kirin jî pêwîst e ji sala 1991’î heta niha yan jî piştî roxandina rejîma Baasa Iraqê a di 2003’yan ve li ser hatiba sekinandin. Lê mixabin xala 140 ji bo partiyên siyasî bûye mijara bazirganiyê. Bi riya xala 140’an dengê gelê herêmê xwe re bi kar anîn. Dikarim bi awayekî vekirî bêjim ku rêveberî an jî hikûmeta başûrê Kurdistanê heta niha gavên pratik û ji dil neavêtine ku ev deverana vegerin ser herêma Kurdistanê."

DÎHA/HEWLÊR