Amedî got: “Ev bûyera dawî li gorî min qaşo derbe ye. Armanca vê yekê bicihkirina pergala serok-dewletî ye, ya duduyan jî tesfîyekirina îradeya gelê Kurd e. Ew fermandarên ku heta duh Kurdistan dişewitandin, niha wek derbekar didin nasîn. Dinya jî dizane ku wan bi fermana Erdogan ew komkujî pêkdianîn.”

Seyda Zana Amedî ku meleyê Mizgefta Îbrahîm Xelîl ê Berlînê ye hewldana derbeya leşkerî û siyaseta Erdogan a ber bi pergala serok-dewletî ve ji rojnameya me re nirxand: Erdogan ji bo armanca xwe ya serok-dewletî serî li her cûre rêbazên kirêt dide. Baş e, eskeran cunta kir, lê sûcê mamosteyan, karkeran, akademîsyenan û gelek mirovên bêhay çi ye? Ûstad Bedîûzeman dibêje, ev zulma hûn li Kurdan dikin ji kîjan zagonê ye: ez ji were nabêjim mirov, ez dibêjim yamyam, lê ya rastî haşa ji yamyaman, ev li wan jî dibe heqaret e, lewre pîvan û zagonên wan jî hene, lê yên we nînin. 


Yên sela xwendin hevparên cînayetan in

Seyda Amedî derbarê helwesta mizgeftên Erdogan û AKP ê de jî wiha got: Derbeya rastîn di 7 ê Hezîrana sala 2015 an de bi destê Erdogan destpê kir. Ya herî dijwar jî bi navê îslamiyetê ev cînayet tên kirin. Divê gelê me yê bawermend yên dilpaqij hişyar be. Ev ne îslam e, îslam rakirine. Dêna xwe bidinê dibêjin li Tirkiyeyê 85 hezar mizgeft hene. Li her yek ji wan îmam û mûezînek heye, ev jî dike 170 hezar kes. Ev tev jî hevparên qetla wî leşkerî ku bin-emir û haya wî ji tiştekî nebû ne. Sela ne ji bo bangkirina zulm û qetlê ye. Ji bo qetla mirovan sela dixwînin, banga cîhadê dikin. Tekane cîhada wan li dijî gelê Kurd û li dijî mirovên bindest e. Ma gelê Kurd ne misilman e? Bi navê Xwedê zulm, tecawiz, xanî xerakirin, mirov serjêkirin û tazîkirina jinên mirî bi serê xwe dîneke din e, ev dînê Erdogan û AKP ê ye, ne dînê Xwedê ye. 

Mele Amedî bang li herkesî kir ku li dijî vê siyasetê û zulma Erdogan bi hişyarî tevbigerin û dest bidin hevdu. Nexwe gelê Kurd bi xetereke herî mezin a dîrokî re rûbirû ye.



YEKO ARDIL/BERLÎN