Midûriyeta DSÎ, li ser navê avdaniyê û hilberina ceyranê bi taybetî li sînor xebabatên bendavan dimeşîne. De li herêmên gundên Helane, Girkê, Salara, Bêdevê, Çiyayê Şêran, Bêgalte û zzanên Siloyê bendav bên avakirin.
Li herêma Şemzînan û Geverê di sala 2009’an de bendavên Beyyurdu û Aslandagê hatin avakirin. Projeyên 4 bendavên li herêmê jî bi dawî bûn û dê di pêşerojê de xebatên avakirina bendavan bê dest pê kirin. Bendava Dîlîmlî şa Geverê jî di sala 1993’an de li ser rêya Bajirgê li ser 20 hezar û 95 hektar zevî temelê wê hate avêtin. Lê 15 sal derbas bûn hêj avakirina bendavê bi dawî nebûye. Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore, diyar kir ku ji çêkirin û waren ku bendav lê tên avakirin xuya dike ku armanca bendavan ne hilberîna elektirîkê û avdaniyê ye. Tore, da zanîn ku bi avakirina van bendavan tê xwestin ku PKK’ê bê mirov bilêhe.


SAMİ YILMAZ /DÎHA/COLEMÊRG