Amed DICLE

Dewleta Tirk êrişên xwe yên li hemberî Başurê Kurdistanê zêde kirin û diyare di pêvajoya hilbijartinê de dixwazin zêdetir bikin. Erdogan navên çend deveran dide û dibêje emê êriş bikin. Bi van gotinan dixwazin gelê Başûr bitirsînin, aloziyê derxin. Her wiha dixwazin qelstî û têkçûyina xwe ya li hundir veşêrin, netewperestiya Tirk xurt bikin û di hilbijartinan de biserkevin. Ji ber vê sedemê ye, van rojên dawî li pey hev dibêjin emê êrişî Qendîlê bikin. Qendîlê weke hedef nîşan didin lê armanca wan dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk li hemberî Kurdan siyaseta qirkirinê dide meşandin. Di vê xalê te ti fikar tineye. Vê siyasete li her deverê bi navên cuda didin meşandin, lê belê armanc heman tişt e. Armanca wan a li Efrînê çi be, ya li Bradost, Qendîl, Kerkûk û Şengalê jî ew e.

Eger were bîra we, Erdogan, beriya demekê çend caran li pey hev gotibû ‘Xeletiya ku me li Bakurê Iraqê kir (Başûrê Kurdistan) emê li Sûrî nekin.’ Yanê got, ‘me statûya Kurdan li Iraqê asteng nekir lê emê li Sûrî bikin.’ Bi vê gotinê dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan û aciziya xwe ya li hemberî Başûr careke din da der.

Rêveberiya Tirk, destkeftiyên li Başûr ji bo xwe weke tehdîdekê dibîne. Ji bo ku rê li vê yekê negirtine her roja poşmaniya xwe tînin ziman. Niha dixwazin vê ‘xeletiya’ xwe sererast bikin. Ji ber vê yekê êriş dikin. PKK’ê jî ji bo êrişan weke bahane nîşan didin. Her wiha bi hin partiyên Başûr re têkiliyên xwe xweş dikin ji bo ku nakokiyê bikin nava Kurdan. Lê belê di dema êrişên li hemberî Kerkûkê û mijara referandumê de me dît ku ew çiqas ji van partiyan hez dikin!

Mixabin hin siyasetvanên Kurd jî rê ji vê yekê re vedikin. Bo nimune; yek ji rayedarên PKD’ê Sefîn Dîzeyî got, ‘Eger PKK nebûya Tirkan êriş nedikir.’ Baş e birêz Dîzeyî; Tirkan ji bo çi êrişî Kerkûkê kir? Her wiha Saddam ji bo çi êrişî Helebcê kir?

Ev gotin dagirkeriya dewleta Tirk rewa dikin û piştgiriyê didin dagirkeriya li ser axa Kurdistanê. Lê belê gelê Başûrê Kurdistanê weke Dîzaynî nafikire û serî li hemberî êrişên dagirker natewîne.

Diyar e ku dewleta Tirk li aliyekî êrişan dike, amadekariyên berfireh dike. Li aliyê din dîplomasiyê dide meşandin û dixwaze bi rêya kesên weke Dîzaynî helwesta gel qels bike.

Bi nêzikbûna 24’ê Hezîranê re ev êriş û propaganda wê zêde bibin. Erdogan êrişên li hemberî Kurdan dixwaze careke din bi serkeve û rêveberiya xwe bidomîne. Li pêşiya wan weke din ti rê nemane. Ji xwe niha li Bradostê, li Efrînê li gelek deveran êriş dikin. Lê belê bi sernakevin. Her diçe qels dibin, têk diçin. Ev yek wan ditirsîne. Tirs jî dibe sedem ku zêdetir êriş bikin, ji bo ku li ser linga bimînin. Ji netewperestên Tirk re dibêjin, ‘Em di şer de ne, em êrişî PKK’ê dikin, ji bo vê yekê dengên xwe bidin me.’

Eger di 24’ê Hezîranê di hêza xwe ya li parlamentoyê winda bikin wê êrişan dijwartir bikin. Eger bi serkevin wê dîsa êriş bikin. Dikarin şerê heyî dijwartir bikin ji bo ku dîsa herin hilbijartinan. Piştî 7’ê Hezîrana 2015’an jî heman tişt kirin û di 1’ê Mijdarê de çûn hilbijartinan. Îsal jî dikarin heman tiştî bikin.

Ji ber vê yekê 24’ê Hezîranê nabe encamek, dibe destpêkek dijwar. Û heta Erdogan û ekîba xwe baş neyên binpêkirin ev êriş û rewşa aloz wê bidome. Tişta were kirin ev e; AKP di hilbijartinan de li Kurdistanê divê were bin ax kirin. Li Başûr jî herkesê ku rûmeta welatê xwe diparêze pêwiste li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan bide.