Komên Tûgayên Fetih El Şam (El Nusra), Ehral El Şam, Nureddin Zengi, Sultan Murat yên ku Tirkiye piştgriyê dide Cerablus û El Rai dagir kir. Niha jî dixwaze Babê dagir bike. Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan û îqtîdara AKP’ê her dem dixwazin operasona Rakka têxin rojevê. Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Armanc Cerablus, têkildarî polîtîkayên Tirkiye û armanca operasyonên li Rojavayê Kurdistanê axivî.
‘Cerablus ne Dîlok e’
Armanc Cerablus, da zanîn bi navê Operasyona Babê dixwazin her tiştî tevlî hev bikin û got: “Koalisyona navneteweyî piştgiriyê dane dagirkeriya Babê. Waliyê Dîlokê dibêje ‘Em dê Cerablusê bikin Dîloka biçûk. Em ji Walî dipirsin. Tu axa kê dike Dîlok. Here bi Dîloka xwe re eleqeder bibe. Tu bi kijan heq û hiqûqê van tiştan dibêje?’
Armanc Girê Spî ye
Cerablus, destnîşan kir ku armanca AKP’ê û Erdogan Girê Spî ye û diyar kir ku Tirkiye ji xwe re xeyalan çêdike ku têkeve Babê û wiha peyivî “Serokomar Erdogan dibêje operasyona Reqqa lê armanc dike ku Girê Spî dagir bike. Dema li ser seranserî sînorê Tirkiye DAÎŞ serdest bû. DAIŞ dixwaze kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê ji hev qut bike. Lê ji bo ku em Bab, Cerablus û Reqqa azad bikin projeyên me hene. Demên guncav nêzîk in û dê gelên Suriye bi ser bikevin.”
RIHA