
Koma Kevneşop a muzîkê bi şîara ʺHuner şoreş e, divê em û nifşên bên, parastina huner û folklora Kurdî bikinʺ şevbuhêrka strana li dar xist.
Koma Kevneşop a bajarê Dêrikê ku stranên gelerî dibêje, li navenda Çand û Huner a Demokratîk a Dîcle ya bajarê Dêrikê stranên Kurdî pêşkêş kir. Bi dehan şêniyên bajêr beşdarî şevbuhêrka stranê bûn.
Da ku wenda nebe
Di şevbuhêrkê de stranên folklorî ji herêmên cuda yên Kurdistanê hatin gotin. Koma Kevneşop 15 stranên kevin dilê beşdaran kêfxweş kir.
Endamê koma Kevneşop diyar kir ku stranên hatine pêşkêşkirin ji stranên kevin ên herêma Mezopotamya ne û wiha pê de çû: ʺEm stranên kevin û folklorî berhev dikin da ku ji wendabûnê bê parastin, çinku dîroka Kurd û destanên efsaneyî wek Mem û Zîn, Stranê Derwêşê Evdî û Edûlê vedibêjin. Em di nava şoreşa hunerê de ne, ev yek jî ji şoreşa azadiyê ye, emê bi dengê xwe çand û hunera kurd bidin vebêjin da ku neteweyên din jî foliklora me ya Kevin binasin.ʺ
Stranên gelerî û folklorîk
Koma Kervneşop stranên gelerî û folklora Kurdî vedibêje, kom ji 14 endamên ji gundên herêma Koçerat a girêdayî Dêrikê pêk tê. Koma Kevneşop hewil dide di rêya rêxistinkirina şevbuhêrkan stran û beşdariya di cejn û boneyên netewî de stranên kevneşopa Kurdî bi parêze.
ANHA/DÊRIK