Arşîv û girîngiya çêkirin û li xelkê vekirina arşîvan ji bo civakan ji meseleyên elaqedarî hebûnê ne. Ez dixwazim bi vê nivîsa xwe minaqeşeya li ser pirsgirêkên gihiştina di girîngiya arşîvê de û pirsgirêkên xwe gihandina materyalan de ji xwe re bikim mijar. Ango civak ji ber ku endamên wê di sêwirandinekê de civakbûna xwe qebûl dikin, "ew" civak e. Naxwe dikare yeka din be jî. Çawa ku Benedict Anderson ji bo netewe dibêje, bi vî rengê xwe civak xeyalî ne. Ev civakên xeyalî ne, ji ber sedemeke pirr besît; ti carî endameke/î neteweyekî wê nebe xwediyê wê derfetê ku endamên mayî yên heman neteweyê nas bike, wan bi rastî bibîne, bi wan re bipeyive. Heger wisa ye, ev civakîbûneke çawa ye? Herçî milet, netewe, herêm û heta bajar in, civakbûna wan bi vî rengê xwe neçar e ku xeyalî be. Ha ev civak bi xwe ne ku pêdiviya wan bi wan hêmanan heye ku karibe hebûna wan rewa bike. Pêşiyên hevpar, muzîk, rîtuel, wêje, mît û lehengên mîtîk, dîrokeke nêz a hevpar, qehremanên dîroka nêz, şanaziya bi serketinên vê civakê û xemgîniya ji ber êş û azarên wê misoger dike. Bi awayekî yeksertir bibêjim, hebûna wê û dewama wê hebûnê misoger dike.

Heger wisa ye, ji bo civakekê ew kewarên agahdariyan ên ku xalên hevpar yan jî taybetmendiyên girîng ên wê civakê dihewînin, meseleyeke gelekî girîng in, meseleyek e ku mirov bi hinekî mubalexe dikare jê re bibêje, ya manûnemanê ye. Ev kewar dikarin wek muze, wek arşîv, wek pirtûkxane û wekî din bên sêwirandin û li gorî wê jî bên avakirin.

Ez li arşîvê vegerim. Arşîv ne tenê karê civakên xeyalî ye. Civakên ku bi girêdanên malbatî (ezbet, dunde) jî hene û bi vî rengê xwe jî ne xeyalî ne, ji bo dewama xwe û hevgirtina xwe pêdiviyê bi hêmanên rewaker hîs dikin û li gorî wê tevdigerin. Wêne, dîmen, qeydiyên deng, serpêhatiyên pêşiyan, vegotina çîrokên elaqedarî wê malbatê di vê yekê de bi dewra xwe radibin. Ji ber vê yekê jî em dibînin ku gelek arşîvên malbatan jî hene. Helbet parastina van arşîvan heger derfet, zanîn û pereyên bi kêra parastina wan bên, nebin, pirr zehmet e û di dawiya dawî de materyalên wan arşîvan gelek caran jî bêkêr dibin.

Heger em dîsa li civaka Kurd vegerin, arşîvên mezin ên wêne, deng, dîmen, nivîs û belgeyên mayî gelekî girîng in ji bo fêmkirina rewşa wê ya îro, lê her wiha ji bo parastina civakbûna wê bi ziman û çanda wê. Ji ber ku materyalên ku ji bo arşîvan dikarin bi kêr bên, li cem hin ferd û malbatan jî hene û yan jî ji ber ku arşîvên piçûk ên bi vî rengî hene, hingê bi ya min divê stratejiyek bi destê wan saziyan ve bê bipêşxistin ku van berheman serê pêşî biparêze, û paşê jî heger mumkin be, di arşîvên mezin ên neteweyî de wan mihafeze bike.

Lewma ev materyalên li van arşîvên hanê gelek caran di rewşan de ku nikarin demeke dirêj xwe bigirin, tên mihafezekirin. Ji ber wê jî gava yekem a stratejiyeke muhtemel divê bibe, parastina van materyalên hanê. Nexasim jî dîmen, qeydiyên deng û wêne di vî warî de gelek caran derdikevin pêşberî me. Gaveke vê stratejiyê dikare bibe, navendeke restorekirin û dijîtalkirina van materyalan be. Hingê bêyî şertê ku ev materyal li cihekî din bên bicihkirin, tenê bi armanca mihafezekirinê ew dikarin bên restorekirin û parastin. Ez vê dibêjim, ji ber ku gelek malbat û ferdên xwediyên van arşîvan qanih nînin ku van materyalan bi kesên din re parve bikin. Heger wisa ye, dîsa jî ev materyalê hanê û parastina wê girîng e. Piştî vê gavê, mirov dikare di karûbarê qanihkirinê de gavan biavêje. Gelek caran kesên arşîv berhevkirî û gelek caran jî malbat dixwazin ku navê wan bê hildan. Mirov dikare di wê arşîvê de ku wê pêk bê anîn, navê her kesa ku materyalek parastiye bi qenciya wî hilde û her malbatê jî bi nav hildanê belkî şanaz bike. Ev gava destpêkê ya qanihkirinê ye û bi ya min jixwe di sinifandina van materyalan de jî, cihdana van agahdariyan qîmetê wan zêdetir dike.