Agir bi daristanên li dewrûbera Atînayê ket, û şewata 20 kîlometre nêzî Atînayê, arşîva derhênerê yewnanî yê navdar Theo Ancelopoulos jî şewitand.
25 Tîrmehê li herêma Pentell û Rafîna ku ser bi Atînayê ne daristan şewitîbûn û bêhtirî 80 kesî jî jiyana xwe ji dest dabû. Ji bilî wan bi sedan kes jî birîndar bûbûn û zirareke gelekî mezin derketibû holê. Niha hêdî hêdî encamên şewatê zelal dibin, zirar û ziyan zêdetir diyar dibe. Niha diyar bû ku di şewatê de mala derhênerê Yewnanî yê navdar Theo Angelopoulos jî şewitiye. Angelopoulos sala 1935’an hatibû dinê û 2012’yan di encama qezayekê de miribû. Angelopoulos, Xelata Palmiyeya Zêrîn jî di navê de gelek xelat wergirtibûn, bi filmên xwe li dinyayê navdar bûbû. Mala wî jî li wî cihî bû ku şewat lê ketibû. Jina wî Phoebe Economopulos li ser meseleyê got, “Mal bi temamî şewitî. Pirtûkên mêrê mên şewitîn. Nameyên ku ji kesên nas hatibûn, pirtûkên nivîskaran ji bo wî şandibûn hemû şewitîn. Hemû milkê wî yê fikrî û nivîsên wî têk çûn.”
Ecêb jî ew e ku derhênerekî evqasî girîng, li Yewnanistanê tevahiya bermahî û sermayeya wî ya fikrî bêyî ku hatibe dîjîtalkirin, wisa hatibe hiştin.
ATÎNA