Kurdîlit: Tora Wêje û Weşangeriya Bi Kurdî Li Tirkiyeyê’ bi alîkariya gelek sazî, dezgeh û komeleyên Kurdî û navneteweyî hat sêwirandin û bi civînekê li Amedê pêr hat danasîn.
Projeya Kurdîlitê wî tiştî armanc dike ku agahiyên bingehîn ên derbarê nivîskar, wergêr û weşanxaneyên di warê wêje û weşangeriya bi Kurdî de berhev bike û bi xwîneran re par ve bike.
Proje ji hêla Navenda Huner a Diyarbekirê, Weşanên Lîsê û Literature Across Frontiersê ve tê meşandin. Ji bo danasîna projeyê sibê doh li Amedê rêûresmek hat lidarxistin.
Bi ‘Kurdîlit’ê dê êdî dinya hay ji wêje û çanda Kurdî hebe.
AMED