Berxwedana xwerêveberiyan a li Bakurê Kurdistanê dewam dike, nexasim li Gever, Nisêbîn û Şirnexê êrişên dewletê zêde dibin. li Navçeya Rihayê Sêweregê jî çalakiyek li dijî çekdarên dewleta Tirk hat lidarxistin. Li Nisêbînê wesaîtên zirxî hatin texrîbkirin.

Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, qedexeya derketina derve ya ku hêzên dewleta Tirk îlan kiriye, îro di roja xwe ya 16´an de dewam dike. Doh di dema êrişan de, kepçeyeke zirxî hewl da bikeve taxên berxwedêr. Di encama teqînekê de ev kepçeya zirxî hat îmhakirin û bi vincan ji navçê hat derxistin. Li aliyê din, nerazîbûna di nava hêzên dewletê de jî zêde dibe. Di encama şerê pêr li navçeyê de yek jê serpêl herî kêm 5 tîmên taybet ên dewleta Tirk hatibûn kuştin û vê jî hem morala çekdarên dagirker xerab kir û hem jî alozî di nav wan de afirandin.

Li ser vê yekê hêzên dewletê ji bo ku ji çemê Nisêbînê derbas bibin, pirên eskerî yên seyar anîn navçê û weha tê texmînkirin ku li cem pira Ahmet Kaya wê deynin ji bo hêzên xwe derbasî taxên berxwedanê bikin. 

Li aliyê din ji pêr ve bombekirina taxan bi hawan, top û tankan dewam dike ku heta niha zerar li geek xanî û avahiyan kiriye.  


Ev 17 roj in Gever li ber xwe dide

Hêzên dewleta Tirk bi awayekî bêperwa êrîşî navçeya Colemêrgê Geverê dikin. Li Geverê berxwedan di roja 17. de ye, û çekdarên dewleta Tirk ji 3 aliyan ve taxên Cûmhûriyet û Gungorê bombe dikin. Lê dîsa jî berxwedana YPS û YPS-Jinê destûrê nade hêzên dewletê têkevin nava taxan. Hêzên dewleta Tirk ku rastî berxwedana parastinê tên di demên dawî de êrîşên li ser taxên Zagros û Gungorê zêde kirine. Hêzên girêdayî Tabûra Efeler û Fermandariya Alayê û li ser rêya Şemzînanê bi tank û topan taxan bombe dikin. 

Ji ber hêzên dewletê bi tank û topan êrîşî taxan dike bi sedan xanî hatin xerakirin. Yekîneyên agirkujê ku xwestin têkevin taxan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin. 


20 cerdevanên din îstifa kir

Piştî êrişên dewletê bi ser navçe û bajarên bakurê Kurdistanê de gelek cerdevanan jî sîlehên xwe danîn û îstîfa kir. Herî dawî li navçeya Mêrdînê Kerboranê 20 cerdevanên gundê Deywanê, ji bo ku van êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin, daxwaznameyên îstifayê pêşkêş kirin. Cerdevanan daxwaznameyên xwe radestî qeymeqamtiya Tirk a li Kerboranê kir. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, Fermandarê Jendermeyên Tirk ên li Kerboranê beriya niha çû gundê Deywanê û ji cerdevanan xwest tevlî êrîşên qirkirinê yên li Nisêbînê bibin, li ser vê cerdevanan ev qebûl nekir û îstîfa kir.  


 MÊRDÎN/COLEMÊRG




Li Sêweregê çalakî


Li navçeya Rihayê Sêweregê di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de doh danê sibê teqînekê rû da. Di teqîna mayinê de ku hatibû binaxkirin, 3 leşker birîndar bûn. 
Teqînê li ser rêya Sêwereg-Wêranşarê li navbera taxên Çîtînî û Minnûtê pêk hat. Li gorî agahiyan di teqînê de 3 leşker birîndar bûn. Hat ragihandin ku piştî teqînê li herêmê bîstekê şerek jî qewimiye. 
Di teqînê de leşkerên bi navê Gurkan Acûr, Mûharrem Volkan Karadaş û Ûgûr Baltaş ê birîndar bûn bi hatina ambulansê re ew şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê. Her wiha li cihê ku teqîn pêk hat koncaleke mezin çêbû.