Artêşa Emerîkayê piştî lihevkirina bi Talîbanê re dest bi vekişîna ji Efxanistanê kir.

Berdevkê yekîneyên Emerîkayê yên li Efxanistanê Sonny Leggett diyar kir ku di çarçoveya peymanê de di nava 135 rojên bê de ji bo hejmara leşkerên xwe daxînin 8 hezar û 600 kesî wan dest bi vekişînê kirine.

Berdevk anî ziman ku ji bo operasyonên li dijî El Qaîde û DAÎŞ’ê, bi armanca piştgiriya bi hêzên Efxan re wê “derfetên leşkerî hemûyan ên pêwîst” li Efxanistanê bihêlin.

Talîbanê di encama danûstandinên bi DYE’yê re 22’ê Sibatê agirbestek ragihandibû. Di dawiya pêvajoya agirbestê de 29’ê Sibatê li bajarê Doha yê Qatarê DYE û Talîbanê mohra xwe danîbûn binê peymanekê. Di berdêla garantiyên ewlekariyê de ku ji aliyê Talîbanê ve hatin dayin, DYE’yê û hevalbendên wê soz dan ku di nava 14 mehan de hêzên xwe bi temamî ji welêt vekişînin. DYE her wiha weke şert ferz kir ku di berdêla vekişînê de Talîban bi hikumeta Efxan re dest bi danûstandinan bike.

Danûstandinên navbera hikumeta Efxan û Talîbanê tê payin ku di 10’ê Adarê de dest pê bikin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN