Artêşa Rêveberiya Şamê di şerê li Idlibê de gav bi gav bi pêş ve diçe. Eskerên rejîmê nêzî navenda Idlibê dibin. Piştî ku li gundekî Seraqibê 8 eskerên Artêşa Tirk hatin kuştin, gelek çavdêr di wê baweriyê de bûn, şerekî yekser di navbera Sûrî û Tirkî de biqewime. Lê rejîma Sûrî çû ber Seraqibê û bêyî ku guh bide eskerên Tirk berê xwe zîvirand bi aliyê navenda Idlibê ve. Dewleta Tirk a Idlibê weke erdê xwe dibîne û rejîma Sûrî li wir weke dagirker dihesibîne, ji bilî 12 nuqteyên xwe yên eskerî li dora Seraqibê jî 4 nuqteyên cuda ava kirin. Dewleta Tirk rojane jî cebilxane dişîne herêmê.
Trafîka dîplomasiyê ya babet Idlib jî bi lez dibe. Herçiqasî Emerîkayê xemgîniya ji bo eskerên kuştî yên Tirkiyê anîbe ziman jî dewleta Tirk hê jî li dora Rûsyayê dizîzike. Sûrî bi piştgiriya Rûsyayê dimeşe. Ji ber ku dewleta Tirk erkên xwe yên Soçî û Astanayê bi cih neanîn li xezeba Rûsyayê rast tê.
HELEB