YPG'ê diyar kir, zêdegaviya dewleta Tirk a li xaka Rojava dewam dike û ragihand, pêr 3 helîkopterên artêşa Tirk derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne, yekê ji van gule li derdorê reşandiye. 

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, li ser êrîşên artêşa Tirk agahî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, leşkerên Tirk roja 3'ê Çileyê ji herêma Zerbê ya nêzî gundê Zorava yê ser bi Tirbespiyê hewl dane ji sînor derbas bibin û xaka Rojava dagir bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Artêşa Tirk beriya niha jî ji li heman herêmê 2 caran xwest ji sînor derbas bibe. Piştî hewldana duh hêzên me bersiv dan leşkerên Tirk û li vê qadê şerekî dem kin derket. Di encama vî şerî de qasî hat zelal kirin leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşa artêşa Tirk a bi helîkopteran jî ev agahî da: "Di şeva 3'ê Çileyê de 3 helîkopterên ku tê payîn ên artêşa Tirk in derbasî nava axa Rojava bûn. Yek ji wan helîkopteran bejahiya gundê Tahûnê yê giredayî Til Elo yê Girkê bê serûber gulebaran kir. Piştî êrîşê her 3 helîkopter ji milê Til Koçer ve firiyan û ji Rojava derketin."

MSD: Hêzên me bê deng namînin

Meclîsa Sûriya Demorkatîk (MSD) destwerdana Tirkiyê di xaka Sûriyê û binpêkirinên wê yên li ser sînorê Rojava-Bakurê Sûriyê de şermezar kir û got ku hêzên wan dê bê deng nemînin û ji Koalîsyona Navdeweltî daxwaz kir ku dawî li dagirkeriya Tirkiyê bîn in. Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku destwerdana Tirkiyê diyar dike ku gelek pîlanên wê yên dagirkeriyê di xaka Sûriyê de hene û di heman demê de dixwaze projeye demorkatîk ku sîstema fedraliya demorkatîk a Bakurê Sûriyê nûnertiya wê dike, derbe bikin.

MSDʹê di daxuyaniya xwe de êrîşên Tikriyê yên di xaka Sûriyê û Rojava de şermezar kir û got ku hêzên wan dê bê deng nemînin û dê bi hemû awayan bersiva êrîşan bidin. 


 HESEKÊ