Gerîlayên HPG’ê doh di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de çalakî li dar xistin û 4 eskerên artêşa Tirk a dagirker kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarî çalakiyên gerîlayan got, “Hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li girê Şehîd Botan a li Çelê ya bi ser Colemêrgê, li kon û kozikên dijmin xist. Li vê derê 4 leşkerên dijmin hatin kuştin."
Kontrayek hat cezakirin
HPG´ê li ser kesekî bi artîşa Tirk re dixebite ku wan ceza kir jî got, "Kontrayê bi navê Tayyîp Fîdan ê ku cihê hevalên me deşîfre dikir û pêşengî ji operasyonên dijmin re dikir, 16’ê Tîrmehê saet di 16.00’an de li Bestayê dema dixwest cihê hevalên me deşîfre bike, hatiye cezakirin."
Li aliyê din, çavkaniyên herêmî ragihandin ku gerîlayên HPG’ê pêr bi şev li dijî herêma baregehê ya Girê Koordîneyê a li ser xeta sînorê bi Başûrê Kurdistanê re, li aliyê Çelê, çalakî li dar xistin. Çavkaniyan da zanîn ku piştî şerekî giran artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran birine Tûgaya Çelê.
Zirîhpoşeke din îmha bû
Li aliyê din li bajarokê Bajêrgê yê ser bi Gevera Colemêrgê, maşîneke zirîhpoşa a artêşa Tirk di encama çalekiya gerîlayên HPG´ê de bi temamî hat îmhakirin. Dema nûçe dihat amadekirin, HPG´ê li ser çalakiyê hîna daxuyanî nedabû.
Li gorî daxuyaniya artêşa dagirker de di çalakiya nêzî gundê Basan ê ser bi Bajêrgê de 4 jê bi giranî 19 leşker birîndar bûne. Piştî teqînê gelek ambulans û helîkopter sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Rêya Bajêrgê û Geverê jî li çûnûhatinê hat girtin.
BEHDÎNAN
Ji HPG’ê tekzîp û sererastkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî îlanên şehîdên demên cihê sererastkirinek weşand. HPG’ê da zanîn ku wan 5’ê Gulanê dabû zanîn hevalê wan Dijwar di navbera 4-20 Adarê de şehîd bûye û nasnameya wê wekî Dijwar Agir (Yaqûb Bulut) ê li Amedê jidayikbûyî eşkere kir.
HPG´ê wekî din got, wan 10´ê Gulanê jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li Alîbogazî ya Dersimê di navbera 27-29’ê Nîsanê de hevala wan Şîlan Kobanî (Dîcle Bozan) şehîd bûye û da zanîn ku ew di şer de bi awayekî birîndar dîl ketiye destê artêşa Tirk a dagirker. Ji Firat Pîro (Sercan Edîs) ê ku HPG´ê şehîd diyar kiribû û Axîn Amed (Leyla Guneş) a ku wekî dîlgirtî bi nav kirî jî, HPG´ê da zanîn ku ew "teslîmî hêzên dijmin bûne." HPG´ê wekî din da zanîn ku 24’ê Sibatê li qada Şehîd Mizgîn a Xerzanê "hevalê me Zeynel Alikî (Ercan Aras) şehîd nebûye û dijmin ew dîl girtiye. Li vê derê hevalê me Têkoşer Êlih (Abdulmelîk Gonul) şehîd bûye."
HPG´ê wekî din got, 13’ê Çileyê li bejahiya Bedlîsê, Adil Koçer (Sedat Kaya) bi şaşî wekî şehîd hatiye ragihandin û da zanîn ku teslîm bûye. Di vî şerê nabirî de HPG´ê da zanîn ku Adil Amed (Mehmet Mazlûm Ateş) li Amedê ji dayik bûyî, jiyana xwe ji dest daye.