Artêşa Tirk pêr bi şev saet 23:00'an taxa El Sebaî Behrat a bajarê Minbîcê ji gundê Şêx Nasir ê ku dikeve rojavayê Minbîcê, bi hewanan topbaran kir. Di encama topbrana artêşa Tirkiyeyê de du sivîlên jin birîndar bûn û li deverê ziyana madî çêbû. Herdu jin li nexweşxaneya Berkel ya bajarê Minbîcê têne dermankirin.
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundên rojhilatê Kobanê jî kir. Navenda Ragihanda YPG′ê diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker şeva 30′yê Kanûnê heta 31′ê Kanûnê berê sibehê bi çekên giran êrîş biriye ser gundên Girbenav, Koran, Carikli û Qeremox ên li rojhilatê Kobanê. ü
MINBIC / KOBANÊ