Hat ragihandin ku artêşa dewleta Tirk a dagirker, hejmarek esker û çek şandine Geliyê Balindê.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji herêmê, artêşa Tirk pêr bi şev saet qederê 21.30’î de bi qasî 15 barhilgirên eskerî, çek û cebilxane şandine herêma Geliyê Balindê.
Geliyê Balindê di navbera bajarokên Nêrwe û Rêkan ên Amêdiyê de ye. Ev der yek ji cihên geştê yên Başûrê Kurdistanê ye û gel ji herêmên cuda ji bo geştê serdanê dikin.
Artêşa dewleta Tirk beriya niha jî Geliyê Balindê bi balafirên şer bombebaran kiribû.
Çavkaniyan her wiha da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker, li derdora qereqola xwe ya Sîriyê ku welatiyan şewitandibû, dîwar çêdike û ev jî bûye sedema nerazîbûna gelê herêmê.
ROJNEWS / DIHOK