Artêşa dewleta Tirk a dagirker, pêr bi şev, li gundewarê Serêkaniyê malbatek gulebaran kir. Li gorî agahiyan 4 kes hatin qetilkirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Nûçegihanê me ji Serêkaniyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker pêr bi şev saet 22:30‘î de li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, malbatek di navbara gundên Eradê û Feqîra yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê û rojhilatê Serêkaniyê de daye ber guleyan. Li gorî agahiyan ji ber gulebaranê 3 jê jin 4 kes hatin qetilkirin û 5 kes jî hatin birîndarkirin.
Li gorê rêveberiya nexweşxaneyeke Serêkaniyê kesên birîndar bûne, “Mihemed Ehmed El-Casim (14), Xedîce Abdullah Umer (65), Abdullah Mihemed Seyîd (22), Xewla Hemîd Ewad (16), Rohilat Îbrahîm Mehmûd (25) ku dayika du zaroakan e”.
Kadroyên Tenduristiyê yên Nexweşxaneya Selam a Serêkaniyê diyar kir ku Xedîce bi 5 fişekan birîndar bûye û rewşa wê giran e. Rohilat Îbrahîm li nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê û Xewla Hemîd ku rewşa wê giran e li nexweşxaneyên bajarê Hesekê tên dermankirin.
Birîndaran diyar kir ku, ku artêşa Tirk a dagirker pêr bi şev ew gulebaran kirine, dema ku wan dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Di encamê hin kes hatin qetilkirin. Tê texmînkirin ku 3 jê jin 4 kes hatine qetilkirin, lê nasnameyên wan nehatiye zelalkirin.
ANHA / HESEKÊ