Çalakvanên wê herêmê der barê navê hinek qurbaniyan de agahî dan. Navê qurbaniyan wiha ye: Mehmûd Yehya, Mihemed Mustefa, 3’ê zarokên Îbo, 3’ê zarokên Yehya Hac Hîlal, Ibin Şukrî Reşo û 3’ê ji malbata Reşîd.
Navê qurbaniyên din nehate zanîn. Her wiha sê kesên ku ji gundê Ceb El-Asî koçberî gundê Silsane bibûn jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên çalakvanan dane çeteyên DAIŞ’ê tevî rewşa hinek birîndaran giran bû destûr nedan ku wan rakin nexweşxanê û rewşa wan di xeteriyê de ye.
Gundê Silsane û Wecib El-Asî bi giştî ji pêkhateya Kurd e.
BAB