Ji ber vê êrîşê şerekî giran qewimî. Di encamê de bi dehan çete û eskerên Tirk hatin kuştin û gund ji çeteyan û eskerên Tirk hat paqijkirin. Meclîsa Eskerî ya Minbicê ji koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê xwest ku êrişên Tirkiyey yên li dijî Minbicê bixe ber lêpirsînê.

Çavkaniyên ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîş birine ser çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Şêx Nasir ê li rojavayê Minbicê. Şervana bersiva van êrîşan da û şer qewimî.


Paşpaşkî reviyan

Artêşa Tirk hêzên xwe yên hewayî jî bi kar anîn, bi top û mûşekan jî destek da çeteyên xwe û bi awayekî fermî da zanîn ku li derdora Şêx Nasir jî 4 hedef kirine armanca êrişên xwe yên hewayî. Hin çavkaniyên nêzî artêşa Tirk jî di cih de xwe avêtin ser vê nûçeyê û gotin, çeteyan û artêşa Tirk bi hev re Şêx Nasir dagir kiriye.

Bi her halî, şerê li gundê Kurdan demeke dirêj bi dijwarî dewam kir û li gorî çavkaniyên herêmî herî kêm 21 çete hatin kuştin û li gorî hinan 7 eskerên Tirk û 21 çete hatin kuştin. Û çeteyan û artêşa Tirk paşpaşkî ji gund reviyan. Çete û hêzên Tirk ên ku nekarîn gund dagir bikin, paşê ji dûr ve gund dan ber top û mûçekan û ev gundê Kurdan ê li Minbicê texrîb kirin.

Li aliyê din li gorî agahiyan di bombebarandina balefirên artêşa Tirk de şervanekî Meclîsa Eskerî ya Minbicê jiyana xwe ji dest da û 3 şervan jî birîndar bûn. 


Ebû Emced: Dewleta Tirk dewleteke terorê ye

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced ji Koalîsyona Navneteweyî xwest ku bombebarana artêşa dagirker a li ser Minbicê lêpirsîn bike û got: "Dewleta Tirk dewleteke terorê ye.“

Ednan Ebû Emced da zanîn ku pêr êvarê saet 17.00`an balafirên şer ên Tirkiyeyê nuqteyên hêzên wan ên li gundê Yilanli, Qurt Wêran û Şêx Nasir ên rojavayê Minbicê çar caran bombebaran kirine û got: “Di encama bombebarandina artêşa Tirk a dagirker de şervanekî me şehîd bû û sê şervanên din jî birîndar bûn.“

Ebû Emced destnîşan kir ku hincetên dewleta Tirk ên ku dibêje YPG`ê li bajarê Minbicê ye tu wateya xwe nemaye û wiha dewam kir: "Koalîsyona Navnetewî soza parastina herêma Minbicê girt ser xwe, lewra em ji hêzên koalîsyonê dixwazin derbarê êrîşa pêr de lêpirsînê destpê bikin.

 n NAVENDA NÛÇEYAN