Amed Malazgîrt ê endamê Endamê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, çalakiyên gerîla yên li herêma Zagrosê û rewşa heyî ya şer nirxand.

Malazgîrt diyar kir ku zivistana îsal pêvajoyeke bi liv û tevger bû û got: ”Di demsala ku dijmin ne li bendê bû me çalakî li dar xistin û derbên giran li artêşa Tirk xistin. Di pêvajoya zivistanê de me gelek çalakî pêk anîn. 3 caran li hemberî girên dijmin lê bûn, çalakiyên êrîşê yên berfireh hatin kirin û gelek caran derb li dijmin hat xistin. Li hemberî girên Koordîne (Girê Guven) û Havan (Girê Gergî) çalakiyên me pêk hatin. Di van çalakiyan de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Piştre li xeta Ertûşê çalakî hatin kirin ku ev jî weke bersiveke mezin bû. Hêzên me yên gerîla di vê pêvajoyê de bi fedakarî û lehengî tevgeriyan. Çalakiyên me yên dema zivistanê, çalakî û şerê biharê nîşan didan.”

Li ser operasyona artêşa Tirk a mehên zivistanê li herêma Çarçeleya Amed Malazgîrt diyar kir ku li herêma Çarçelayê dewleta Tirk li du cihên stratejîk operasyon pêk anîne û got: “Leşkerên xwe danî. Ji xwe li van cihan hêzên me tine bûn. Di nava şert û mercên giran ên xwezayê de leşkerên xwe avêtin vê herêmê û çûn. Gelek leşker ji ber serma û seqemê qerisîn û mirin.”

Gotinên Soylu bersivên xwe girtin

Fermandar Malazgîrt bi bîr xist ku hêzên artêşa Tirk di zivistanê de li gelek cihan derketin operasyonê û hêzên wan ên gerîla li pêşberî van operasyonan xwe parastin.

Malazgîrt dest nîşan kir ku gerîla bi pêşîgirtina li van operaysonên mezin re amadekarî ji çalakiyên bi bandor re kirin û wiha pê de çû: “Çalakiya ji nişka ve ya li dijî navenda polîsan a li navçeya Rezan a Amedê, li Tendurekê, derbên gelekî giran ên hêzên me yên eyaleta Serhedê li hêzên operasyonê xistin, çalakiyên li metropolên Tirkiyeyê, di çarçoveya vê amadekariyê de bûn. Ev çalakiyên li Bakurê Kurdistanê û li xeta sînor gelekî xurt û bi bandor bûn ku teoriya ‘em ê biqedînin, wê nikaribin biharê bibînin’ a dijmin û Suleyman Soylû pûç kirin. Pêngava biharê ya gerîla bêguman ne tenê ev e, wê mezintir bibe.”

Medyaya Tirk rastiyê dezenforme dike

Malazgîrt diyar kir ku artêşa Tirk li Zagrosan di rewşeke gelekî zehmet de ye û got: “Ji her alî ve têkçûyî ye. Erdogan di daxuyaniya xwe ya li ser bîlançoya salekê de dibêje, ‘di nava salekê de 10500 gerîla hatine îmhakirin’. Ji bo gerîla dibêje ‘komeke û me li hemûyan da’. Wê çaxê mirov dipirse; eger di vê astê de windahiyên gerîla hebe, hingî yên her roj van çalakiyan dikin kî ne? Ew li gorî xwe bîlançoyekê eşkere dikin. Mirovên ku vê bîlançoyê bal lêkolîn bikin, wê bibînin bê dewleta Tirk çawa xwe vala derdixîne. Hewl didin têkçûna xwe veşêrin. Bîlançoyeke ku mîna wan eşkere kirine, nîne. Hemû nûçeyên dane, derew in. Bi rêya derewan hewl didin raya giştî bixapînin. Hewl didin hin operasyonên xwe jî bi rengekî nepixandî û serketî nîşan didin. Di asteke bilind de êrîşên bi balafirên şer dikin. Ev êrîşên hewayî nikarin demeke dirêj dewam bikin. Weke hêzên gerîla me li hemberî van êrîşan tedbîrên xwe girtine. Êrîş bê encam in. Gerîlayên me li hemberî teknîkê, xwedî hunereke dewlemend a taktîk û rêbazan e. Windahiyên me yên ji ber êrîşên hewayî, ne weke hejmara ku di çapemeniya Tirk de tê weşandine. Li hemberî her şêwe êrîşan gerîla dizanin xwe biparêzin.”

Serî rakin

Li dijî êrîşên dijmin ên li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê yên li dijî gelê me û ciwanan, li hemberî polîtîkayên girtinê, divê ciwanên me serî rakin û berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê.”


Pratîkeke xurttir tê

Ji bo dema pêşiya me jî Malazgîrt got, “Di dîroka me ya şer de, gerîlayên Zagrosê mohra xwe danîn binê gelek çalakiyên girîng. Gerîlayên Kurdistanê di her serdemê de bi fedakarî û serketineke mezin bi berpirsyariya xwe rabûn. Ev pêvajo jî pêvajoyeke bi vî rengî ye. Dem dema serketin û azadiyê ye. Dijmin bi her awayî ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî êrîş bike jî, wê li pêşberî berxwedana bêhempa ye Rêber Apo, gelê me yê welatparêz û gerîla têk biçe. Hemû hêzên me yên gerîla yên li gelemperiya Kurdistanê bi rengekî çalak bersivê didin pêvajoyê, çalakiyan li dar dixin. Haya gerîlayên Zagrosê di vê pêvajoyê de bi erk û wezîfeyên xwe heye. Me mehên biharê bi çalakiyên xurt bihurand. Ji niha û pê ve wê pratîkeke xurtir bê nîşandan.



SÎPAN FERHAD/RÊGER AZAD/ANF/BEHDÎNAN