
Artêşa Tirk a dagirker careke din bajaroka Erîme û gundê Qawiklî yên rojavayê bajarê Minbicê topbaran dike.
Nûçegihanê me (ANHA) raghandin ku artêşa Tirk a dagirker bajaroka Erîme ku dikeve 20 km rojava Minbicê û gundê Qawiklî ê 22 km li rojavayê Minbicê yê bi hawanan topbaran kir.
Li gorî çavkaniyan hawanek li Erîme û 2 hawan li Qawiklî ketin. Derbarê kuştin û birîndaran tu agahî nehatin bi destxistin.
Şevê din jî artêşa Tirk a dagirker bajaroka Erîme topbaran kir û di encamê de sivîl ji bajarok derketin.
Ji destpêkirina dagirkirina Tirkiyê ji axa Bakurê Sûriyê û heta niha, ji ber topbaran artêşa Tirk zêdetirî 300 sivîlî jiyana xwe ji dest dan.
MINBIC