Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li Çelê û Şemzînanê yên li dijî artêşa Tirk eşkere kir. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên di 31’ê Tîrmehê de yên li Çelê û Şemzînanê daxuyaniyek weşand û da zanîn ku di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de gerîlayan li Şemzînan, Çelê û Geverê yên ser bi Colemêrgê, li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê çalakî li dar xistine.

Li gorî vê 30’ê Tîrmehê gerîlayan li dijî girê Şikêrê Spî yê Şemzînanê bi çalakiyekê 3 eskerên artêşa Tirk kuştine û yek jî birîndar kirine. Heman rojê li heman deverê gerîlayên YJA-Starê li eskerên operasyonê xistine û di çalakiyê de wendahî dane artêşa Tirk, lê hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehatine zelalkirin.


Li Çelê karwan çû ma enqaz

HPG´ê da zanîn ku 31’ê Tîrmehê bi şev karwanekî wesaîtên eskerî yên artêşa Tirk a dagirker dema ku ji Çelê diçû Colemêrgê nêzî gundê Çemê Bedel bûye hedefa gerîlayan û di çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî hatine îmhakirin. Bi qasî u HPG´ê tesbît kiriye di çalakiyê de 15 eskerên artêşa Tirk hatine kuştin. 

Heman rojê danê nîvrojê li girê Elîşêr ê Geverê di encama çalakiyeke sekvaniyê de jî eskerek hatiye kuştin. 


 ANF BEHDÎNAN




Nekarîn kuştina serdêr veşêrin

Di navbera navçeyên Amedê Licê û Pasûrê de gerîlayan çalakiyek li dijî hêêzn artêşa Tirk li dar xist û di encamê de maşîneke zirxî îmha kirin. Li gorî îdîaya çapemeniya Tirk di çalakiyê de yek jê serdar û yê din çawişê pispor, du eskerên Tirk hatine kuştin. Di çalakiyên bi vî rengî yên gerîlayan de, artêşa Tirk bi pirranî kuştiyên xwe vedişêre û gelek caran tenê weke yek kuştî û çend birîndar eşkere dike. Lê diyar e, nekariya kuştina serdarê xwe veşêre, û pê re jî eşkere kiriye ku eskerekî wê jî hatiye kuştin. Çapemeniya Tirk wekî din dibêje, çawişekî din ê pispor jî birîndar bûye.