Kitêba helbestvanê Fransî Arthur Rimbaud “Illuminations” bi wergera Ergîn Sertem û bi navê xwe yê Kurmancî “Birqên direxşan” ji weşanxaneya Avestayê derçû.

Helbestên şairê eyan Arthur Rimbaud cara ewil bi Kurmancî çap bûn. Helbestên Arthur Rimbaud ji Fransî Ergîn Sertem wergerandin û kitêb ji weşanxaneya Avestayê derçûye. Ergîn Sertem li gel wergêrî, helbestvan e jî û par kitêba wî ya helbestan “Çend Danên Hişyar” ji weşanxaneya Lîs çap bûbû. “Illuminations-Birqên direxşan” yek ji girîngtirîn metnên helbesta cîhanê ye. Di kitêbê de li gel wergerên wan ên Kurmancî, Fransiya wan jî hene.

Helbestvanê fransî Arthur Rimbaud (1854-1891) di helbestê de pêşengê sembolizm û surrealizmê ye. Helbestên wî “Illuminations-Birqên direxşan” cara ewil wekî kitêb sala 1886´an li Parîsê neşir bû.

 

 AMED