Dayika Aryen rûyê 50 salên şano û sînemaya Kurdî ye lli Başûrê Kurdistanê. Wê gelek metnên çanoyê nivîsîn û di gelek lîstikên şanoyê û filman de jî yan weke aktrîst yan jî weke senarîst cihê xwe girt.
SEMÎRA ŞAHABÎ / SILÊMANÎ / ROJNEWS
Dayika Aryen di sedsala 20’an de weke jinekê li ser dika şanoyê rola mezin girt ser milê xwe. Li pey xwe gelek nivîsên xwe yên şanoyê wek şopeke xwe a mezin hêla. Dayika Aryen 50 salan xizmeta hunerê Kurdî kir.
Dayika Aryen, bi navê xwe yê li ser belgeyên nifûsê, Etiye Mihemed Emîn, behsa 50 salên kar û xizmeta Şano, derhênerî û hunermendiya Kurdî kir.
Dayika Aryen sala 1950’î li navçeya Penciwîn a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye. Piştre bi malbata xwe re li Taxa Melikendî ya Silêmaniyê bi cih bûye û li wir mezin bûye. Hîna di temenê xwe yê biçûk de tê zewicandin. Lê tevî vê yekê jî di temekî biçûk de eşqa wê ya xwe bipêşxistinê û hunerê hebûye.
Xelkê xwest min bikujin
Di dawiya salên 1960’î de ji ber wezîfederkirina hevjînê xwe, diçe Bexdayê û li wir dijî. Nêzîkî 20 salan jî li wir dimîne. Li Bexdayê sala 1968’an de dest bi karê nivîsandina lîstikên şanoyê dike. Yekem karê hunerî yê kirî jî ‘Geza Çi û Çavê Çi’ , ‘Çavê min li wêneyê Mehmud digere’ û ‘Têkelbûna di nav hemûyan de’ bûn.
Dayê Aryen diyar kir ku di wê demê de beşdarbûna jinan ji bo şano û hunerê gelek zehmet bû, ji ber ku civakê rê nedida vê yekê. Di wê demê de zilaman ne dixwest jin kar û rol bigirin. Ji ber ku karê jinan gelek giran bû. Gelek kesan jî dixwest wê demê min bikujin, lê hevjînê min piştgiriyeke baş dida min.
Jiyanek mişt şano û sînema
Dayê Aryen di gelek karên hunerî, dram û filmên sinemayê yên Kurdî de rol kiriye. Her wiha di şanoya ‘Salar, Hevaltiya Ezîzî’ û di gelek beşên din de rol kiriye. Bi salan di filmên Kurdî de rol kiriye.
Dayika Aryen di filmên ‘Bablîsok, Kerkûk çare’ de jî weke aktrîst heye. Herwiha di filma sînemayê ya bi navê ‘Bê destûr’ de jî rola xwe kiriye. Di filma Rehîm Zebêc derhêneriya wê kirî de jî weke lîstikvan cihê xwe girtiye. Dayîka Aryen diyar dike ku wê ev karên hanê hemû bi xwestek û keyfxweşî kiriye. Dayîka Aryen got, huner di nava xelkê de rolek bêhempa ye.
7 zarokên Dayê Aryen hene, ji vana 2 keç û 5 jî kur in. Kurekî wî wefat kiriye û ew niha bi 2 kurên xwe yên din re dimîne.