Li Silêmaniyê rojnameger Wedat Hisên Elî ku di 13’ê Tebaxê de li herêma Duhokê hat qetilkirin, di çileya wî de hat bîranîn.

Li Silêmaniyê pêr li Telarî Hunerî rojnameger Wedat Hisên Elî yê ku di 13’ê Tebaxê de li Dihokê  ji aliyê kesên nenas ve hatî qetilirin, di çileya xwe de hate bîranîn. Di merasîma bîranînê de malbata Wedat, nûnerên partiyan û parlamenter amade bûn.

 

‘Li Duhokê yekane nûçegihanê ajansa Rojnews bû’

Merasîmê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgarkiya Kurdistanê destpêkir. Piştre jî birayê rojnameger Wedat, Semed Hisên li ser navê malbatê axivî û got: “Li ber çavên dehan kesî û çavdêriya dehan kamereyên çavdêriyê bi du wesayîtên ku 7 kes di nav de bûn Wedat revandin û piştre bi rengekî gelek hovane teror kirin. Şehîd Wedat li Duhokê yekane nûçegihanê ajansa Rojnews bû.”

 

‘Kes nikare pênûsên azad bêdeng bike’

Piştî axaftinên Semed Hisên sînevîzyona li ser jiyana Wedat Hisên hat nîşankirin. Piştî sînevîzyonê jî li ser navê RojNewsê Şine Fayeq axivî. Şine diyar kir ku bi terorkirina Wedat re desthilatdariyê dixwest dengên azad qut bike û got: “Dîrokê îspat kiriye ku kes nikare pênûsên azad bêdeng bike. 40 roj ji ser qetilkirina Wedat re derbas dibe, lê heya niha derbarê dosya wî de tiştek derneketiye holê. Em weke ajansa RojNews asayîşa Duhokê berpirsyarê terorkirina Wedat dibînin.”


 ‘Em ê ti car bêdeng nebin’

Edîtora RojNews Şine Fayeq di berdewama axaftina xwe de wiha ziman; “Heya niha me dosya Wedat bi nameyan gihandiye rêxistinên navnetewî. Em ê li ser rêbaza xwe berdewam bikin. Soz didin ku xwedî li şehîdên pênûsê derkevîn. Em ê ti car bêdeng nebin. Em soza şopandina rêya wan dûbare dikin.”

 

‘Em ê dosya Wedat bişopînin’

Sekreterê Sendîkaya Rojnamegerî ya Kurdistanê Hemîd Berxwedan jî di merasîmê de axaftinek kir. Hemîd Berxwedan di serî de sersaxî ji malbatê re xwest û wiha peyivî: “40 roj bi ser terorkirina rojnameger Wedat re derbas bû. Em daxwaz dikin ku demildest hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên ewlehiyê kujerên Wedat radestî dadgehê bikin. Weke sendîka em ê dosya Wedat bişopînin.”

Piştre jî li ser navê Rêxistina Metro ku çavdêriya mafê rojnamegeran dike, Diyarî Hacî Mihemed jî diyar kir ku ji destpê ve bûyerê dişopînin û got: “Me daxwaz ji desthilatdariyê kiriye ku kujerên Wedat diyar bikin. Her wiha çavê hemûyan li ser dezgeha hêzên ewlehiya Duhokê ye, ji bo dîtina kujerê şehîdê pênûsê.”

 

‘Desthilatdariyek heye ji bo bimîne her tiştî dike’

 Li ser navê Ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê Dr. Şêrko Heme Emîn jî payamek da û wiha ragihand; “Desthilat heye, ji bo bimîne her tiştî dike. Wedat rojnamegerekî zîrek yê bajarê Duhokê bû.  Tewanbaran xwestin dengê wî bêdeng bikin. Lê bû sembola şehîdê pênûsê. Li bajarê Duhokê û her çar parçeyên Kurdistanê deng da.  Li ser asayîşa Duhokê û PDK berpirstî heye. Ji ber ku rêveberiya wî bajarî di destê PDK’ê de ye. Ji ber vê yekê divê kujerên Wedat bidin dadgehê. Eger neyê dadgehkirin wê li cîhanê desthilatdariya Herêma Kurdistanê li ser navê kursî xirab derkeve.”

 

‘4 dayik û yek çîrok’

Li ser navê KCK’ê jî Berpirsê Peywendiyên KCK’ê yê Başûrê Kurdistanê Dr. Hisên Ehmed axivî û sersaxî ji malbata rojnameger Wedat Hisên re xwest û diyar ku sed sale Kurd ji bo azadiyê têkoşînê dikin.

Piştre jî sînevîzyona Kenala NRT’ê ya bi navê ‘4 dayik û yek çîrok’ ku her çar dayik jî, ji  dayikên rojnamegerên li Herêma Kurdistanê hatine qetilkirin, amadekirin hate nîşan kirin.


RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ