NEDÎMA ŞEMO / ROJNES/ŞENGAL
Yekemîn Asayîşa jinên Êzîdxanê hat avakirin. Jinên Êzîdî di dema fermana 2014’an de ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ´ê gelek êş kişandin. Dîl hatin girtin, destdirêjî li wan hat kirin û li bajarên DAIŞ´ê li bazaran weke kole hatin firotin. Ji bo ku careke din ev yek pêk neyê, jinên Êzîdî roj bi roj rêxistin û sazîbûna xwe berfireh dikin. Jinên ciwan di bin banê YJŞ´ê de ji bo parastina hundir asayîşa xwe avakir. Bi vê armancê, asayîşa Jinên Êzîdî dest bi pêngava xwe ya yekem kir û li kêleka Asayîşa Êzîdxanê, cihê xwe girt.
Bersiveke herî xurt li dijî neyar
Der barê parastina hundir de endama Asayîşa Jinên Êzîdî, Suad Kirêt axivî û got, “Ev yekem car e ku em wek Asayîşa Jinên Êzîdî cihê xwe di nava asayîşê de digirin û bi hevbaşî û hevkarî kar dikin. Di ferman û komkujiyên ku hatine serê civaka me, herî zêde jinan êş kişand û qurbanî dan. Li ser vî esasî me erkek li ser milê xwe dît ku em ji nû ve hêza xwe ya parastinê ava bikin. Yekîniyên Berxwedana Şengalê (YJŞ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) hatin ava kirin û niha jî Asayîşa Jinan hate avakirin. Ev ji bo dijmin bersiveke herî xurt e.”
Parastina xwe û dayikên xwe dikin
Endama Asayîşa Jinan Xalîde Xêro jî got; “Ez gelek kêfxweş im ku parastina ax û rûmeta xwe dikim. Di dîroka me de ev cara yekemîn e ku Asayîşa Jinên Êzîdî li kêleka asayîşa Êzîdxanê parastina civaka xwe dike. Êşa me jinên Êzîdî dîtî, mînaka wê li ti cihê din nehatiye dîtin. Lemwa em dixwazin parastina dayikên xwe bikin da ku dîrok xwe dubare nebe.”