Bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de îşaret bi qedexe û astengiyên li dijî Kurdî û komkujiyên li Kurdistanê hat kirin û hat gotin, ew nikarin Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di nav van şert û mercan de pîroz bikin.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê bi rasthatina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Îro Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Lê belê em nikarin vê rojê li gelên cîhanê û gelê xwe pîroz bikin. Ji ber ku îro dijmin li welatê me bi hovitî komkujiyan dimeşîne û zimanê me yê dayikê jî hîna di bin qedexeyên giran ê qanûnî û jiyanî de ye."

Komîteyê da xuyakirin, ku tevî qedexekirina xwendina bi zimanê dayikê, dewleta Tirk dibistanên ku gelê Kurd bi derfetên xwe ava kir û bi zimanê dayikê zarokên xwe pê perwerde kir, bi êrîşên hovane digire û deriyê wan mor dike.

Komîteyê weha dirêjî da daxuyaniya xwe: "Weke her civaka bi rûmet, gelê Kurd û gelên Kurdistanî jî erk û mafê perwerdekirina zarok û ciwanan bi ziman, çand û ferhenga xwe ji îro pê ve radestî dewleta dagirker a faşîst nake. Avahiyên dibistanan werin girtin jî, em ê li bin daran, li kolanan, ango li her dereke guncaw karê perwerdeya zarok û ciwanên xwe bi zimanê dayikê bidomînin."

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku bişavtin û qedexekirina ziman û çanda gelan di peymanên Neteweyên Yekbûyî de weke xala sereke ya Qirkirina Çandî tê pejirandin û hat gotin: "Her dibistaneke dewletê ji bo zarokên Kurd û gelên me cîhê ji ziman, çand û exlaqê civakî û neteweyî dûrxistinê ye. Gelê me yê welatparêz û têkoşer êdî ne pêkan e ku qirkirina civakî li ser xwe bipejirîne. Li dijî hemû cûreyên qirkirinê bi lehengî têdikoşe."

 

Pergala perwerdeya neteweya demokratîk

Komîteyê destnîşan kir ku îlankirin û parastina xwerêveberiyê, di her kêlî û warê jiyanê de avakirina civaka demokratîk, bi parastin, mayîndekirin û di hemû warên jiyanê de bikaranîna zimanê xwe û avakirina pergala perwerdeya neteweya demokratîk pêkan e û wiha dewam kir: "Bi ruhê berxwedana Sûr, Cizîr, Hezex, Nisêbîn, Kerboran, Gever, Lice, Farqîn, Gimgim û Şehîdên Perwerdeyê bi zimanê dayikê û bi coşa şoreşê pergala Perwerdeya Neteweya Demokratîk ava û mayînde bikin." 

Ji bo pûçkirina aşê bişaftinê yê dewleta Tirk jî KCK´ê bang li Kurdistaniyan kir da ku zarokên xwe neşînin dibistanên dewleta Tirk.



 NAVENDA NÛÇEYAN





'Xebatên ji bo ziman heyatî ne'



Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê bi rasthatina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandinî ser zexta dewletên Tirk, Ereb û Fars li hemberî zimanê Kurdî û hat destnîşankirin, ku yek ji pêwîstiyên herî girîng di xebat û têkoşîna rizgariya Kurdistanê de xebata zimanê dayikê ye.

Komîsyonê girîngiya zimanê dayikê ji aliyên civakî, kesayetî û perwerdeyê ve bibîr xist û got, "KNK'ê, yek ji sitûnên bingehîn ên xebata xwe, ziman û perwerde kiriye armanc. Lewra girîngiyê dide parastin, pêşvebirina zimanê Kurdî û zimanên din ên gelên Kurdistanê."

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dewlemendiya zimanê Kurdî bi zarava û resentiya xwe ve û hat gotin, "Li ser her saziyeke fermî  û rêveberiyên Kurdistanê, bi taybetî li Başûr û Rojava erkeke neteweyî û nîştimanî ye ku girîngiyê bide hemû zaraveyan, girîngiyê bi parastin û pêşketina wan bide û di warê perwerde û xwendin û medyayê de bike ku bên bikaranîn." 


 NAVENDA NÛÇEYAN