MÎNA ROJ / ANF/STENBOL

Ji Mamosteyên Kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurd Seyîd Ahmed got, li dijî asîmîlasyonê divê Kurd zimanê xwe hîn bibin û xwedî lê derkevin.

Komeleya Lêkolînê ya Kurd ku piştî girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ava bû, dest bi dersên Kurdî kir. Komele bi bernameya perwerdeyê di sinifên yek, du û sê de di serdemên havîn, payîz û zivistanê de nêzî 800 şagirtan hînî Kurdî dike. Ji mamosteyên wê Seyîd Ahmed li dijî asîmîlasyona giran îşaret bi girîngiya fêrbûna Kurdî kir û xwest gotin û çalakî yek bin “Çawa ku em bi gotinê li Kurdî dibin xwedî, divê bi çalakiyê jî em bi heman rengî tevbigerin. Li vê deverê saziyeke perwedeya bi Kurdî heye û dikarin li vê deverê hîn bibin. Wekî din divê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Li dijî asîmîlasyonê tenê helwêsteke bi vî rengî divê bê nîşandan.”