Li Wanê Mala Lênihêrîna bi Roj û Kreşa bi navê Perperokê ya ku bi zimanê Kurdî hatibû vekirin, nav û zimanê wê yê perwerdê ji aliyê qeyûmê dagirker ve hat guhertin. Malbatan nerazîbûn nîşanî vê guherînê da û got, “Em zarokên xwe nakin amûrê van polîtîqayên asîmîlasyonê.”
Li Wanê Mala Lênihêrîna bi Roj û Kreşa Perperokê ya bi zimanê Kurdî beriya bi du salan ji aliyê şaredariya bajarê Mezin a Wanê a DBP’yî ve hat vekirin; nav û zimanê wê yên perwerdê niha ji aliyê qeyûmê dagirker ve hatin guhertin. Kreşa li herêmê xwediyê taybetiyekê bû. Bi her halî qeyûm navê wê ‘nas nedkir’ û jê ‘ditirsiya’. Ji ber wê jî navê wê wek Mala Lênihêrîna bi Roj û Kreşa Zarokan a Bajarê Mezin hat guhertin. Wêneyên perperokê yên li ser wesayîta kreşê jî hatin rakirin û bi guherîna navê wê re, bihayên kreşê jî zêde bûn.
Em xwe bi vî aşî nadin hêran
Malbatan nerazîbûn nîşanî guherîna navê kreş û zimanê perwerdê û her wiha bihayên kreşê dan û got: “Gelek kreşên ku perwerdeya bi Tirkî didin, hene. Lê ji ber perwerde bi zimanê dayikê bû, min zaroka xwe şand kreşa Perperokê. Lê îsal ez naşînim. Ez ê li malê perwerdeya ziman bidim zaroka xwe. Lê ez zaroka xwe nakim amûra polîtîkayên asîmîlasyonê. Par bihayê wê gelekî baş bû, lê îsal guherîne.
Zarokên heta 6 salî çawa dersên dînî fêm dikin. Ez zaroka xwe naşînim vê kreşê. Wê li van dibistanan çi hînî zarokan bikin! Tenê zarokên me asîmîle dikin”
Mezintirîn kreş
Perperok a ku sala 2015´an bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP´yî hat vekirin, di nava kreş û baxçeyên pêşdibistanê ên li Bakurê Kurdistanê ya herî mezin bû. 1200 metreyên bi çarçik fireh bû. Ji bo koma lîstikê ya zarokan 500 metreyên bi çarçik hatibûn veqetandin. Li kreşê 90 zarok dikarîn bihewin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Ez ji Nefelê fêrî Kurdî dibim
Ji bo mirov bi bîr bixe ka Perperok ji bo dêûbavên li Wanê çiqasî muhim bû û bi vê êrîşê qeyûmê dagirker ê dewleta Tirk êrîşeke çawa dibe ser ziman û nasnameya Kurdî, em guh bidin dêûbavên zarokên xwe berê şandin Perperokê.
Esra Aslan: Zaroka min a bi Kurdî dizane li kreşê ev bêhtir bi pêş xist. Ez jî her roj ji keça xwe ya 6 salî Nefelê peyvên nû yên bi Kurdî fêr dibim.
Mustafa Avcı: Beriya niha min zarokên xwe şandin kreşeke din. Piştî ku Perperok vebû, min ew şand Perperokê. Me ew neşanda Perperokê, keça min Hebûn niha wê bi Tirkî bipeyiviiya.
Lezgin Kayhan: Ez gelekî bextewer im ku zaroka min bi zimanê dayika xwe dikare bixwîne, perwerde bibe. Par bi rasthatina cejna zimanê dayikê de zarokên me lîstikên bi Kurdî pêşandan.