Aşê Hecî Hitbet dijberî berên fabrîkasyonî, berên hîn bêtir bi ekil û sihet dihêre. 
Li Sêrtê, Aşê Hecî Hitbet ê ku di sala 1973’yan de hat çêkirin, li bajêr yekemîn aş e ku bi ceryanê dixebite. Li vî aşê ku ev 44 sal in dixebite birinc, nîsk, genim, ceh û hwd. tên hêrandin. Dema ewil hat çêkirin bi avê dixebitî, lê paşê pergala ceryanê lê hatiye bicihkirin. Ji ber ku zad bi kevirê “hestem” tên hêrandin, reseniya wan tê parastin û ji ber vê yekê, zadên ku li aş tên hêrandin li gor yên din hîn bêtir bi ekil û sihet in. Welatiyên Sêrtê û bajarên hawirdorê zadên xwe li vî aşî dihêrin. 
Hayrettin Alevca (37), diyar kir ku Aşê Hecî Hitbet ji kalê wî jê re mîrate maye û niha ew aş dide xebitandin. Alevca yê ku ev du sal in vî aşê ku 44 sal in feal e. 


 SÊRT