Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB), di serdema hîndekariya 2011-2012’an de li 81 bajaran, amadekariya ku temenê perwerdehiya daxe 5 saliyê dike. MEB’ê di nava 81 bajaran de ji bo 10 bajaran mercê mecbûriyê anî. Wezareta Perwerdehiya Neteweyê pêngava yekemîn di salên 2009-2010’an de des tpê kir. Di sala hîndekariya 2009-2010’an de li 32 bajaran perwerdehiya di temênê 5 salan de mecbûrî kir. Di hîndekariya sala 2010-2011’an de hêjmara bajarên pîlot derxist 57 bajaran. Wezaretî di serdema hîndekariya 2011-2012’an de jî armanc dike ku li 14 bajaran û di serdema hîndekariya 2012-2013 bajaran de jî li 10 bajran vê projeyê têxe jiyanê û heta 2013’an vê projeyê li 81 bajarî têxe meriyete. Her wiha li bajarên Semsûr, Dîlok, Agirî, Colemerg, Wan, Qers, Êlih, Mêrdîn û Şirnexê vê projeyê mecbûrî ferz dike.

Temenê bişaftinê dadixin 5 saliyê
Serokê Kurd-DER’ê Ahmet Aday, bertek nîşanî vê polîtîka û pêkanînê da û diyar kir ku Wezaretiya Perwerdehiyê armanc dike ku temenê bişaftina zarokağn daxe 5 salî û ji zarokantiyê de wan ji çand, ziman û civaka wan dûr bixe. Aday, anî ziman ku hîndekarîya bi zorê ya zimanê tirkî ji bo zarokan gelek talûke ye û ev yek rê li pêşiya asîmîlasyonek mezin veke. Aday, xwest li şûna vê rêbazê zarok heta 8 û 9 saliya xwe bi zimanê dayikê perwerdehiye bibînin û piştî ku fêr bûn şûnde bi zimanê din perwerdehiyê bibinînin. Aday, anî ziman ku lazim e her zarok di destpêkê de bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibinînin û pişt re fêrî zimanekî din bibin. Aday, destnîşan kir ku bi vê yekê armanc dikin ku dibistanan bikin hêlîn û lûsa bişaftina zarokan û wiha axivî: „Ev pêkanînek dijmirovhî ye. Serokwezîr Erdogan bi xwe ev gotin li Almanyayê gotibû. Divê kes vê pêkanînê qebûl neke.“
Talay, anî ziman ku wekî „TZP Kurdî jî di nava hewldanek perwerdehiya zanistî û demekratîk dixebitin û wiha got: „Divê di nava sînorê Komara Tirkiyeyê de ji bilî tirkî bi hemû zimanan perwerdehî bê dayîn û her civak bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.“
Atay, xwest her kes li malê xwe bi zimanê zikmakî bixaivin û li hemû dibistanan heta dersên matematîk û kîmyayê jî bi zimanên zikmakî bên dayîn. Aday, destnişan kir ku dê di çarçoveya Xwseriya Demokratîk de ji bo zimanê zikmakî jî projeyan ava bikin.
Sekretera Jinê ya Egîtîm-Sen Sakîne Esen Yilmaz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bingeha perwerdehiyê nehatiye avakirin û wiha got: Li welatên pêşketî li her polekê 26 xwendekar hene û her xwendekar di seri de bi zimanê zikmakî perwerdehiyê dibine. Ev bi perwerdehiya pedagojikê pêkan e. Lê li tirkiyeyê ne şertên bingehîn û ne jî şertên fîzîkî hene. Li Tirkiyiyeyê ji aliyekî pirsgirêkên dibistanan hene û li aliyê din pirsgirêkên mamosteyan hene. Ji bilî vê yekê niha jî bi vê pêkaninê armanc dikin ku zarokan ji ziman û çanda wan dûr bixin û yek tîp mirov ava bikin.

Armanca perwerdehiya bi zorê ya temenê 5 saliyê bixaftin û perçekirin e. Ev gelek talûke û bi fikar e. Zarokên ku zimanê wan ê zikmakî bi Kurdî, lazî ye zimanê xwe ji bîr dikin û ji cikak û malbatê qut dibin. Ev yek bandorê liser aliyê civakî hezkirin û malbatê dî dike. Di heman demê de derûniya zarokan jî xera dike.“

ENQERE