Di panelê de ewil Kadrî Yildirim axivî û diyar kir ku divê hemû cudahiyên li cihanê bi hev re bijîn ziman ne tenê amûrê fêmkirina hev e, di heman demê de pira ku gelan temsîl dike ye. Yildirim di axaftina xwe de ji quranê jî mînak da û bal kişand cihê cudahiyan a di quranê de. Yildirim destnîşan kir ku polîtîkaya asmîlasyonê di heman demê de tunehesibandina quranê ye jî û got ku mafê zimanê dayikê di quranê de jî tê parastin.


Hezkirina welat

Parlamenter Bîlgen jî bal kişand ser xetereyên li ser misilmanan û wiha got: “Her kes ji welatê xwe hez dike. Lê heke hûn wî/wê têxin hundirê netewedewletê wê demê hûn ê bikevin îdiaya Xwedêtiya gerdunê.” 

Bîlgen da zanîn ku feraseta netewedewletê li Tirkiyeyê lîncên li dijî cudahiyan zêdetir kiriye û divê feraseta ‘ev ne ji me ye’ bê pirsiyarkirin. Di panelê de herî dawî Tulay Yildirim Ege axivî û mînakên ku cudahiyên ku bi hevre dijîn dan. Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.  


 DÎHA/STENBOL