Elîf a parêzer: Polîtîkayên asîmîlasyonê divê nebin sedema neaxaftina bi Kurdî. Divê nikaribin me ji zimanê Kurdî dûr bixe. Her çiqas polîtîkayên wisa bên meşandin jî divê em bi zanîn gavan biavêjin û xebatên xwe bi pêş bixin.
RENGİN AZİZOĞLU / JINNEWS/AMED
Parêzerên ji Kursa Kurdî ya Komîsyona Ziman a Baroya Amedê mezûn bûn, sertîfîkayên xwe wergirtin. Parêzerên ji kursê mezûn bûyî bal birin ser girîngiya ziman û wan got, “Em xwedî li zimanê xwe dernekevin, kes xwedî lê dernakeve. Em berpirs in ku zimanê xwe hîn bikin û ragîhinin nifşê siberojê.”
Komîsyona Ziman a Baroya Amedê ji bo parêzeran Kursa Kurdî organîze kir. Parêzerên ku kurs temam kirin, sertîfîkayên xwe wergirtin. Mezûnên kursê îşaret bi girîngiya ziman kir û xwest her kes li aliyê xwe xwedî li Kurdî derkeve.
Parêzer Elîf Bîrkîlî yek ji wan mezûnan e. Wê got, di malbatê de axaftina bi Kurdî û piştî destpêkirina dibistanê axaftina bi Tirkî dike ku mirov gêj bibe, û got, “Ji ber vê, mirov zimanên xwe ji bîr dikin. Ligel hemû pirsgirêkan, polîtîkayên asîmîlasyonê jî hene. Polîtîkayên asîmîlasyonê divê nebin sedema neaxaftina bi Kurdî. Divê nikaribin me ji zimanê Kurdî dûr bixe. Her çiqas polîtîkayên wisa bên meşandin jî divê em bi zanîn gavan biavêjin û xebatên xwe bi pêş bixin. Bêyî zimanê dayikê ti tişt nabe.”
Her diçe dengê Kurdî kêmtir tê bihîstin
Elîfê di dewamê de destnîşan kir ku li Stenbolê dema wê zanîngeh dixwend, di warê jiyanî û çandî de wê gelek zehmetî dikişandin û got, dema vegeriyaye ser axa xwe, wê xwestiye bi çand û zimanê xwe bijî û wiha pê de çû: “Ziman ji bo min hebûn e. Ez dixwazim bi vê hebûnê bijîm. Min li Stenbolê nikaribû ev bikira. Ji ber vê vegeriyam. Niha di Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê de dixebitim. Me perwerde dît û sertîfîka wergirtin. Gelek tiştên xweş dibin. Divê em xebatên xwe yên di vî warî de dewam bikin.”
Ferz e mirov hînî zimanê xwe bibe
Parêzer Şeval Kamçi jî ji beşdar û mezûnên kursê ye. Wê got, heger mirov bi zimanê xwe bizane, ev bandoreke mezin li ser dike û wiha peyivî: “Bi polîtîtîkayên asîmîlasyonê dixwazin mirovan biçewisînin, zilmê li wan dikin. Ji ber vê, malbat nikarin bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Heger mafê perwerdeya zimanê dayikê bihata qebûlkirin, ev rewş wê niha çênebûna. Ez bi tevgerên xwe hewl didim zimanê xwe fêr bibim. Dema mirov zimanê xwe bi perwerdeyê jî fêr dibin, hêrsek çêdibe. Piştî temenekî êdî fêrkirin jî zehmet e. Gelek ciwanên weke min piştre zimanên xwe hîn dibin. Ferz e ku em hînî zimanê xwe bibin û wî ragihînin paşerojê.”
‘Divê piştgiriyê bidin wêjeya Kurdî’
Parêzer Hante Taş jî ji mezûnên kursê ye. Wê jî got, sedema hînnebûna ziman, perwerdenebûna bi zimanê dayikê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika min bi Kurdî nizane. Bavê min jî ji ber ku ji temenê biçûk de zext lê bûye, bi zimanê xwe nikare biaxive. Ji ber vê, ez jî nikarim biaxivin. Heta ku ji destê ciwanan tê bila zimanê xwe hîn bibin û pê biaxivin.”