Li gelek gundên navçeya Mahsetê û Stilîla Nisêbîna Mêrdînê ji 8’ê cotmehê vir ve dibistanên ku wekî aşê pişaftinê tê bikaranîn tên boykotkirin. Xwendekar û malbata xwendekaran der barê boykotê de gotin ku heta ku bi zimanê wan ê zikmakî dersê nedin wan, ew êdî naçin dibistanê. Xwendekaran ragihandin ku ew di vê biryara xwe de bi biryar in. Malbatên wan jî gotin ku ew heta dawiyê piştgiriyê didin zarokên xwe û wiha gotin: “Mafê tu kesî tune ye zimanê me li me qedexe bikin.”
Piştî damezrandina komarê li Tirkiyeyê hebûn û zimanê Kurdan hate înkarkirin. Li ser vê bingeha paşverû û dermirovahî 90 sal derbas bû lê hê jî bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Bi taybetî jî di dema hikûmeta AKP’ê de ev yek bi awayekî rûreşî tê meşandin. Erdogan ê ku dibêje ez misilman im, hê jî mafên Kurdan ên xwezayê înkar dike. Erdogan di axaftina xwe de gotibû ‘Bila tu kes ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî neyên cem min’ bi vê axaftina xwe rastiya xwe û partiya xwe aşkera kiribû. Bersiva herî di cih de ji gundên di navbera Mahsetê û Stilîlê ya Nisêbîna Mêrdînê de ne hat.

Biryareke di cih de 

Li gundên Kurikê, Hebîsê, Cinata Biçûk, Cinata Mezin, Xirbêkevir, Herbê,Cibilgiravê, Talatê, Xerebê, Dêrçemê, Kuzê, Hatxê, Miştinê û Zivingê yên girêdayê navçeya Mahsetê û Stilîlê 51 xwendekar ji 8(ê cotmehê vir ve naçin dibistanê û dibistanê boykot dikin. Xwendekaran di aliyê boykotkirina dibistanan de biryariya xwe anîn ziman. Xwendekara bi navê Zelal diyar kir ku kengî bi Kurdî perwerdehî bê dayîn ew ê dîsa biçe dibistanê û wiha got: “Dixwazim perwerdehiyê bi Kurdî bibînim. Ji ber ku bi Kurdî perwerdehiyê nadin me ev meheke em naçim dibistanê. Daxwaziya me ew e ku bi Kurdî dersê bidin me. Her ku diçe em zimanê xwe ji bîr dikin.” Xwendekarên bi navê Seher, Rewşen û Sevgî jî destnîşan kirin ku heta bi perwerdehiyê bi Kurdî nedin wan ew nema diçin dibistanê û ev tişt anîn ziman: “Em êdî naçin dibistanên Tirkan. Em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin.”

Malbatan jî piştgirî da 

Malbatên xwendekaran jî piştgirî dan çalakiya xwendekaran. Malbatan da zanîn ku divê her kes bi awayekî hêsanî karibe bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û biaxive. Malbat wiha axivîn: “Mafê tu kesî tune ye ku zimanê neteweyekê li wê qedexe bike. Ev zimanê me ji bav û kal û dayikên me ji me re mîras maye. Heta ku mafê perwerdehiya Kurdî neyê dayîn, ne mehekê heke hewce be salekê jî em zarokên xwe naşînin dibistanê.” 

DÎHA/MÊRDÎN