
Me xwest em rola jinan ragihînin
Nêrgiz Îsmaîl îşaret bi destpêka şoreşa Rojava beriya bi sê lan kir û got, “şoreşê bi serkêşiya jinan dest pê kir. Jinan di şoreşê de gelek destketî bi dest xwe ve anîn. Destketiyên jinan ne tenê di warê eskerî de bûn, lê belê di warê çandî, civakî û siyasî de jî gelek destketî bi dest xwe xistin. Em wekî Yekîtiya Star û endamên ragihandina jinan, me xwest em rola jinan di şoreşê de bi hemû aliyan ragihînin.”
Li ser pêwîstiya weşana kovarê, Nêrgiz Îsmaîl wiha peyivî: “di çarçoveya pêşketinên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û bi beşdarbûna jinan di şoreşê de, me xwest ku kovareke taybet bi jinan bi zimanê dayîkê zimanê kurdî biweşînin. Piştî amadekariyên ku bêhtirî mehekê dom kir, meha Gulana bihurî hejmara yekemîn a kovara ‘Asoya Jinan’ hate derxistin.”
Eme li Kurdî xwedî derkevin
Li ser weşana kovarê bi zimanê Kurdî jî Nêrgiz Îsmaîl got: “Armanca me xwedîderketina li zimanê kurdî ye û belavkirina wê di nava jinan hemûyan de ye. Em hewl didin piştgiriyê bikin bi jinan re da ku bi zimanê Kurdî binivîsin. Armanca duyemîn jî ew e ku em ruh bi asoyên jinan bînin di warên siyasî, çanda jinan de.”
Şovenîzma Baas´ê hê jî asteng e
Nêrgiz Îsmaîl îşaret bi zehmetiyan jî kir û zeha peyivî: “bi dehan salan rêjîma Baasê zimanê erebî li hemû dibistanên herêmên Kurdan ferz dikir û rêbazên şovenîst ên rêjîmê di perwerdeyê de, bandoreke neyînî û diyar li çanda kurdî kir. di encamê de hejmara nivîskar û rewşenbîrên ku bi zimanê kurdî dinivîsin û bi taybet di nava jinan de gelekî kêm bûn. ”
Nêrgiz Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de bang li jinên Rojavayê Kurdistanû hemûyan kir da ku xwedî li zimanê xwe derkevin û weha dawî li gotinên xwe anî: “bi riya vê kovarê re em bi hev re têbikoşin û asoyên jinan di warên siyasî, çandî û civakî de ku di nava rûpelên dîrokê de hatine veşartin, vegerînin û vejînin.”
GIRKÊ LEGÊ