Di serî de li dunyayê hemûyî û di tevahiya dîrokê de, ligel vê yekê di dîroka nêzîk a Kurdistanê de jî çendîn mînak hene ku komeke mirov, refeke civakî, gelek, civakek an jî cemaetek, hema sendîkayek be jî, gava statuya xwe bi destê xwe ava neke, bi tu awayî nikare bigihîje “hebûn”a xwe. Nikare rizgar be. Nikare azad bijî. Nikare bi tena sere xwe biryarên xwe bide û li himberî dagirkeran berjewendiyên xwe biparêze. Ji wê wêdetir nikare xwe bi rê ve bibe. Nediwêre li himberî desthilatdariya li dijî xwe gotinên xwe bi lev bike û nihêrînên xwe bîne dayîne rojevê. Bi tevahî em dikarin bibêjin, ger azadî bi keda destê te nehatibe avakirin, jixwe tu ne azad î. 

Vêca rewşa siyaseta Kurdan jî bi vê tesbîtê ve giredayî rewşeke zelal e. Gava em ji dûr ve lê binihêrin, li Bakur, li Rojava, li Başûr û li Rojhilat, li hemû deverên Kurdistanê rewşeke aloziyê heye. Ev mesele, li aliyekî kêşeyên di nav Kurdan de, li aliyekî di tekiliyên dagirkerên Kurdan de, li aliyekî jî di tekiliyên dîplomatîk de ku Kurd bi hêzên dunyayê ve bi awayekî dînamîk dimeşînin, xwe dide der. Ji dûr ve, li her qadê gengeşî, alozî û tevlihevî dixuye. Lê di rastiyê de kêşe pirr zelal e. Ger Kurd li welatê xwe, li axa xwe, li erdnigariya xwe, li hemû cihên ku Kurd lê dijîn, li van deveran hemûyan ger Kurd ne xwedî îradeya xwe bin, jiyana civakê hemûyî dikeve nav xeterên gelekî mezin. 

Hema bi kurtasî çend mînak… Mesele, li Girê Spî... Gava Kurdan dest avêt deverê ku di nav Kurdistanê de wek kînorek serê wê dipitpit e, li hemû deveran dengên nerazîbûnê bilind bûn. Lê gava ku civak wek bi kesayeteke xwedî biryar tevgeriyan, hemû deng hatin birrîn, heta di qirikan de fetisiyan. Duyemîn mînak mesele ya ziman e… Yên ku temenê wan tîra xwe dirêj, ango em hemû pê dizanin ku beriya bi çend salan li Bakur parastina zimên kêşeyeke mezin û biêş bû. Lê gava ji hemû gengeşî û qêrînan wêdetir, tevger û rêvebertiya Kurd bi biryar tevgeriya, ew mesele bi awayekî xwezayî û bêdengî çareser bû. Li Başûr sedsalekê tekoşîneke rasteqînî hebû, bi berdêlên canên civakê dihate meşandin. Kurd jî her tim xwedî daxwazên mutewazî bûn, lê beriya wê ku Kurd biryardariya xwe tûj bikin, komkujî û qetlîam ji bo wan wek bûyerên rojane diqewimiyan. Lê piştî ku bibiryarbûna siyaseta wekxwe û cudabûnê ket pêş, her mesele di warê xwe de herikî, Kurdan jî gav bi gav dest bi sazkirina jiyana xwe ya serbixwe kir.

Îro di bereya şer de jî xuya ye; biryardariya Kurdan, ji her nîqaşê wêdetir ji aliyê azadiyê ve diherike. Çi ku berî gav avêtina karkirinê biryardayîn, qonaxa herî girîng e. Piştre karkirin, piştre şerkirin, piştre parastina mafên bidestketî... Û piştre çandin û sazûmanî ya jiyaneke azad...

Îro Kurd, di qada karkirinê de ne. Ev kar, bi şer ve yek bi yek, pêkve dimeşe. Xweza ya vê qonaxê ev e. Kurd bi şer, bi şerê parastina mafan, bi şerê bibiryarbûna xwe ve dimeşin. Ev gava karkirinê, ta a biriqî ya bihişmendbûnê ye. Tac a serî ya bêdesthilatdariyê ye. Ji ber vê yekê jî ev gav û pêvajoya ku em tê de, bi tena ser xwe huner e. Hunera ji hunerên ku di dîroka mirovahiyê de hatine afirandin, ji wan hemûyan sûd girtî hunerek e. Taybetmendiya însan a herî xweş û xweşiktirîn e. Çi ku însanbûn bi vê taybetmendiyê digihîje hebûna xwe. Di vê qada pîroz de; “he” û “bûn” bi hev re têdikevin sîtila “karkirin”ê û dipijin, lihev tên, di encamê de jî “hebûn”ê heyî dikin. Çi ku hebûn, bi tena şert û mercên azadbûnê mimkûn e. Ger tu azad nebî, tu jî nînî. Ango hebûna te bi azadiya te “hebûn” e, însan bi azadiyê digihîje “hebûn”a xwe.

Asta îro ya Kurd tê de, asteke bi azadbûnê hebûn e. Ango hebûneke rasteqîn e.