Têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ket sala 29’emîn. Şerê li Kurdistanê bi salan ji aliyê çavdêrên biyanî ve hat şopandin. Ensîtuya Lêkolîna Pevçûnên Navneteweyî ya Heidelbergê ku ji sala 1992’yê ve şer û pevçûnên li cîhanê dişopîne, ragihand ku di pîvanên şer de şerê PKK’ê gihiştiye asta herî bilind ‘5’ê ku asta herî bilind a dijwariyê ye.
Ensîtuya Lêkolîna Pevçûnên Navneteweyî ya Heidelbergê di nava saziyên mijarên şer û aşitiyê lêkolîn dike de di rêza yekemîn de ye. Enstîtuyê û ji sala 1992 ve li ser şer û pevçûnên li seranserê cîhanê lêkolîn dike û li gorî dijwariya şer, pîvan û asta şeran diweşîne.
Enstîtu bi 20 xebatkarên xwe û çavkaniyên xwe yên deverên şer lê hene û agahiyên ji daxuyaniyan digrin berhev dikin û heta niha 120 şer û pevçûn lêkolîn kir. Enstîtu da zanîn ku piştî raperînên gel ên li Bakûrê Efrîkayê dest pê kirin, xwepêşandanên li welatên Ereban, pevçûn û şer gihiştine asta herî jor.

Şer di asta herî dijwar de ye

Li gorî pîvanên barometreya enstîtuyê sîstema pûandayînê wiha ye: 1: Dubendî (cihêkarî), 2:Krîzên bê tundî, 3: Krîzên bi tundî, 4: Şerê sînordar, 5: Şer. 
Li gorî van pîvanan, Enstîtuyê herî dawî 5 pûan daye van welatan;  Lîbya, Iraq, Suriye, Yemen, Efxanîstan û têkoşîna çekdarî ya PKK’ê li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê daye destpêkirin. Her wiha, enstîtuyê 4 pûan da Behreyîn, Cezayîr, Filistîn û têkoşîna çekdarî ya PJAK'ê ya li Îranê.
Ensîtuya Alman ragihand ku têkoşîna PKK’ê di 1979 de dest pê kiriye û li gorî raporên xwe yên heta sala 2011'an amade kiriye, sedema derketina PKK’ê ji destpêka avakirina komara tirk ve dest pê kiriye. Enstîtuyê di rapora xwe ya dawiyê de dîroka avakirina PKK’ê guhert û weke 1974’ê destnîşan kir û ragihand ku hedefa PKK’ê Rêveberiyeke Otonom a Kurdan e.
Xalek din a balkêş ew e ku enstîtuyê di nava agahiyên dane, ji bilî sala 2011'an tenê, di salên 1995, 2008 û 2009 de li gorî dijwariya şer 5 pûan daye PKK’ê. Di salên din de jî tenê 2-4 pûan dane.

PKK berdewama serhildanan e
Endama Rêveberiya Enstîtuyê Yasemîn Altintop ku di heman demê de Seroka Enstîtuyê ya ya herêmên Rojhilat navîn û Bakûrê Rojavayê Efrîka ye jî der barê mijarê de ji ANF re axivî. Altintop destnîşan kir ku serhildanên Kurdan li gel avabûna Komara Tirk dest pê kirin û ragihand ku PKK jî berdewama van serhildanan e. Altintop got; "Lê me di sala 2011'an de, cihê dîroka 1920 û 1974 bi hev guhert, sedema wê jî ew e ku Ocalan bi koma xwe ya destpêkê re dest bi vê xebatê kir. PKK’ê di sala 1984’ê de li hemberî hêzên ewlekariyê dest bi şerê çekdarî kiriye, ger me ev bigirta, dîrokek dereng dibû. Ji ber ku di salên 1970’yan de jî girtin û hatina hemberî hev a her du aliyan jî hebû.

Agahiyan tînin ber hev
Altintop ragihand ku koma wan a xebatan dişopîne agahiyan kom dike û wiha qala sîstema pûandayînê kir; " Em mirovên jiyana xwe ji dest didin, mirovên birîndar dibin û mezinahiya komên penaberên ji herêmê direvin, mezinahiya koman û çekên kar anîne, tomar dikin. Em piştre van agahiyan di Sîstema Agahiyên Pevçûnan de tînin ber hev."
Rêvebera Enstîtuyê Altintop da zanîn ku ew agahiyan ji çavkaniyên herêmî û navneteweyî kom dikin û got; “Em rastiya çavkaniyên herêmî tînin ber çavkaniyên din û em piştrast dikin." Altintop ragihand ku ew agahiyên li herêma Kurdan jî bi vî awayî berhev dikin. 

ANF/BERLÎN