Di çalakiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan ên bi rasthatina 1´ê Îlonê de peyama, azadiya Ocalan wê aştiya li Kurdistanê, pê re jî ya li Rojhilata Navîn û dinyayê misoger bike, hat dayîn. Li Kurdistanê û derveyî Kurdisanê gelê Kurd 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daketin meydanan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi tevlîbûna şêniyên wargehê, 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê daxuyeniyek bi raya giştî re parve kir. Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Huseyîn Kara daxuyanî xwend, û got, "Tevgera Azadiyê ev 40 sal in, ji bo biratî, wekhevî, aştî û azadiya gelan têdikoşe. Em weke Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî piştgiriya vê têkoşînê dikin. Rêbertî ji bo aştiyê bi taybetî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cihanê bê sazumankirin, xeta bingehîn ya çareserkirina pirsgirêkan daniye.” Her wiha Kara bang li demokrat, aştîxwaz û parazvanên mafê mirovan kir ku ew bi hev re li hemberî pergala bela serê mirovahiyê, têbikoşin. Tecrîd li pêşiya aştiyê asteng e Li Parka Azadî ya Silêmaniyê jî bi boneya rojê, Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) û Komîteya Azadiya Ocalan çalakî li dar xist. Endama RJAK´ê Wijdan Nuredîn li wir daxuyanî xwend û got: "Rêber Apo hemû temenê xwe ji bo aştî, demokrasî û azadiya gelan daye, bi taybetî ji bo gelê Kurd. Ji ber ku hemû şerên dijwar li Kurdistanê ne. Dema ku li Kurdistanê aştî pêk were, wê li tevahiya cihanê aştî misoger bibe. Lê mixabin, bi şer û agir bersiva Rêber Apo û gelê Kurd didin. Li gorî me, girankirina tecrîdkirina Ocalan li pêşiya aştiyê asteng e." Tevgera gelê Kurd roj bi roj mezin dibe Piştre, endamê Komîteya Azadiya Ocalan, Mihemed Bekir daxuyaniya komîteyê xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin, faşîzim didome û li hemberî faşîzmê jî tevgera gelê Kurd roj bi roj mezin dibe. Di dewama çalakiyê de, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Mamostayê Olî Mele Nadir, Rêveberê Rewşenbîriya Silêmaniyê Babekr Direyî axivin û bal kişand ser azadiya Ocalan. Li Ranya ji bo Ocalan meş Li navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê, û li bajarokê Kifrê yê ser bi Kelarê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Li Ranya Komîteya Azadiya Ocalan meşek organîze kir. Meşê li ber Garaja Qeladizê dest pê kir, heta ber Baxê Giştî yê Ranya dewam kir. Li ber Baxê Giştî yê Ranya daxuyaniya Komîtiya Azadiya Ocalan hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteyê Xalîd Mistefa ve hat xwendin û hat gotin; "Di Roja Aştiya Cîhanê de weke komîte peyama me ew e ku heger kar bi fikir û tezên Ocalan were kirin, bêguman wê gelên herêmê tûşî karesat û wêraniyê neyên. Eger sîstema konfederalîzma demokratîk ku Birêz Ocalan daniye, pêk were, wê ev sîstem gelên herêmê û cihanê bi aştî û azadiyê bide jiyan." 'Tiştek ji aştî û azadiyê birûmettir nîne'   Li bajarokê Kifrê bi boneya Roja Aştiyê ya Cihanê meşek li bazara bajarok bi rê ve çû. Piştî meşê, endama Encûmena Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ya herêma Germiyanê, Jiyan Mecîd daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hemû şerên cîhanê li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê ne. Dema ku li Kurdistanê aştî pêk hat, wê li tevahiya cihanê aştî misoger bibe. Em dixwazin di vê çalakiyê de, vê rastiyê îsbat bikin ku garantiya aştiya Kurdistanê, tevahiya cihanê tenê azadiya Rêber Apo ye. Di heman demê de garantiya aştiyê azadiya jinê ye." Her wiha li Hola Qahwexaneya Çandî ya Kifrê, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi dirûşma,'Ti tişt ji aştî û azadiyê bi rûmettir nîne' semînek li dar xist. Endamê Encûmena Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya Germiyanê, Cuma Kerîm semîner da.  Di semînerê de qala rola Ocalan a ji bo aştiyê hate kirin. Lê dîsa jî bihar tê Jinên Kurd ên taxa Zorava ya bajarê Şamê jî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kir û bang li dewletên navneteweyî kir ku li hemberî van destdirêjiyên dagirkeriya. Daxuyaniya ku ji aliyê endama Kongreya Star Zeyneb Mihemed ve hate xwendin, bi vî rengî bû: "Hêzên desthilatdar karibûn kulîlkan biçilmisînin, lê dîsa jî bihar tê. Em wek jinên taxa Zorava ya bajarê Şamê soz didin ji bo azadkirina Ocalan em ê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin. Bijî berxwedana jinên azad, bijî Şoreşa Rojava, şehîd namirin, bijî Rêber Ocalan." NAVENDA NÛÇEYAN