
Serokwezîrê Iraqê Nûr Malikî, di hefteya borî de, bi daxuyaniyekê da diyarkirin ku ew ê li hemberî gerîlayên PKK-PJAK’ê leşkerên Iraqê li ser sînorên Herêma Kurdistanê bi cih bikin. Piştî wê jî Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî çû Tirkiyeyê. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî piştî hevdîtina xwe ya di roja pênçşemê de bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu re pêk anî de, diyar kir ku di mijara têkoşîna li dijî PKK’ê de wê rêbaz û mekanîzmayên cuda bi kar bînin. Davutoglu jî got ku Tirkiye û Iraq wê li dijî PKK’ê hemû rêbazan bi hev re bi kar bînin.
Wê Malîkî PKK ê biqedîne
Serokwezîrê welatek ê ku her roj bombe li paytexta welatê wî diqetin, Nûrî El Malikî, beriya serdana Zêbarî, peyam ji Enqereyê re şand û diyar kir ku ew ê li hemberî hêzên PKK û PJAK’ê dest bi tevgera leşkerî bikin û leşkeran bişînin ser sînoran. Lê Malikî negot ew ê kengî û çawa leşker bişînin ser sînoran. Malikî jî behsa qedandina PKK’ê dike.
Serokwezîr Tirkiyeyê Erdogan ê ku li welatê wî zêdetirê 4200 siyasetmedarên Kurd hatine binçavkirin û girtin, her roj gerîlayên HPG’ê di nava sînorên wî de çalakiyan li dar dixin, ji Malikî re peyama “Hûn PKK’ê neqedenin, em ê biqedînin.” şand.
‘Bi aştîxwazî nêzîk bibin.’
Serokê Parlementoya Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî di daxuyaniya der barê mijarê de dayî Rûdawê de got; “Pirsgirêk bi çekan û şiddetê nayê çareserkirin, tiştek ne rast e û ev biryar ji despêkê ve nagihe armanca xwe” wisa jî ev mînak da; “Dema tu pisîkekê di qûncikekê de asê dikî, pisîk ji neçarî êrişê te dike û çavên te derdixe. Lê ger tu li gel aştîxwaz bî û li gel bileyîzî, wê ew jî bibe dostê te û li gel te bileyîze.”
‘Bi şandina leşkeran çareserî nabe’
Alîkarê Serokkomarê Iraqê Tarik Haşimî der barê mijarê de diyar kir ku bi şandina hêzên leşkerên Iraqê û pêşmergeyan a li ser sînor, pirsgirêka PKK û PJAK’ê çareser nabe û got; “Tenê bi şer û tevgera leşkerî çareser nabe. Berpirsyarî dikeve ser milê her kesê. Di vê meseleyê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Iraqê. Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dizane bê ew ê çi bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN