Serokê Giştî yê Komeleya Kurd a Demokratîk û Şoreşger (DDKD) Îmam Taşçi diyar kir ku Newroz îsal hem di aliyê tevlîbûnê û hem jî di aliyê peyama hate xwendin de ji Newrozên borî cudatir bû û wiha got: "Li Amedê Newroz cuda ne û serhildan in. Newroz qêrîna gelê Kurd in. Di vê Newrozê de ev yek bêtir hate hîskirin." Taşçi, anî ziman ku dema peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin li qadê bû û naveroka peyma baş hate nivîsandin û wiha got: "Ji bilî mijarên teknîkî hemû mijarên din ên felsefî yên her du gele dê cawa bi hev re bijîn hatine ziman. Bendewariya min jî ew bû. Ji bilî vê yekê bendewariyekî din rast nîn e. Mijarên din jî di nameyê de cih girtibûn. Di nameyê de gavên bên avêtin jî bi awayekî baldar hatiye hesabkirin. Ya tê xwestin ev e; têkoşîna çekdar ji bo rizgariya neteweyekê riyek e. Riyên din jî hene. Di têkoşîna çakdar de daxwazên gelê Kurd bi çekê hatin ziman. Têkoşînên ji bilî wê çi ne, têkoşîna siyasî û demokratîk e."


'Çek encameke sedem nîn e'

Taşçi, anî ziman ku divê pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin û şertên hewcehî ji çekan re pêk tê ji holê bê rakirin û wiha axivî: "Heke ji gelekî re bingeha pirsgirêk bi aweyekî demokratîk neyên çareserkirin ji bilî çekê tu riyên din tunene. Pêvajiya em tê de gelek bi hêvî ye. Divê Kurd ji bilî çekê têkoşîna xwe bi riyên demokratîk, siyasî, legal û rewa bidin meşandin. Dibe ku dema têkoşîna çekdar pêşiya vê yekê hatibe girtin lê ji bilî riya çekdar tu riyên din nehatibû hiştin. Çek encamek e sedemek nîn e. Divê dewlet Kurdan qebûl bike. Da ku Kurd bi riyên demokratîk maf û hiqûqên xwe bigirin. Heke Kurd bi riyên demokratîk hewil bidin mafên xwe bigirin lê welat demokratîk nebe yanî Tirkiye demokratîk nebe Kurd jî dê bi çekan daxwazên xwe bigirin. Li gorî min di vê nameyê de demokratîkbûna Tirkiyeyê heye. Wê demê dê gavê bên avêtin çi ne? Divê raya giştî ya Tirk vê yekê baş bizane; Mafên Kurdan û statuya wan ji ber Kurd netewek in dikarin biparêzin. Yanî bi çekan na bi riyên demokratîk dê biparêzin. Ev yek jî divê li ser bingeha makezagonê pêk bê. Amadekariyên makezagonekî nû hene. Divê di makezagonê de daxwazên Kurdan jî cih bigirin. Ji van daxwazan yek perwerdehiya zimanê zikmakî ye. Divê em di makezagonê de bê parastin. Ya din Kurdî li Tirkiyeyê zimanê duyemîn ê fermî be. Heke Kurdî weke zimanê duyemîn ê fermî neyê qebûlkirin dibe ku ji nû ve careke din hinek tişt bên destpêkirin. Ya sêyemîn avakirina saziyên Kurd e. Kurd êdî dibe bi navê xwe partiyan vebikin. Yanî Kurd bi navê xwe û nasnameyên xwe partiyan vebikin." Taşçi, da zanîn ku Kurd nijad nîn in bi sedan salin li Mezopotamyayê weke netewek dijîn û divê Kurd û Tirk wekhev bin û wiha pê de çû: "Divê dewlet bêje zimanê duyemîn ê fermî yê Komara Tirkiyeyê Kurdî ye. Em weke DDKD dê pêvajoya pêşiya me de van daxwazan bêtir bînin ziman. Em dê têkildarî vê yekê de xebatan bikin û bernameyan pêk bînin."

'Asta îro cihê kêfxweşiyê ye'

Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk û Beşdar (KADEP) Lutfi Baksi ji diyar kir ku Newroz ji bo pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyan bê çareserkirin gelek beşdariyekî mezin pêkhat û gelê Kurd demildest çareseriyê dixwaze û wiha got: "Gel demiledest dixwaze pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Ji ber ku 30 sal derbasbûn. Her sal zanistiya gel zêde dibe û beşdarbûn zêde dibe û coş zêde dibe. Her wiha dê peyama Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan bê xwendin hatibû îlankirin. Ev yek jî bu sedemekî tevlîbûna Newroza sala 2013'an. Gelê Kurd 90 salin tê înkarkirin û daxwazên wan bi xwînê tên tepisandin. Dewleta Tirk bi şer Kurdan tênabe hînbû û piştî vê yekê bi tevgera Kurd re diyalok pêk anî. Hevdîtinan dest pê kir. Em nikarin bi awayekî temamî aştî û li hev hatin pêk hat. Lê agirbest hate îlankirin û diyalogê dest pê kir. Hêvî dikim ku dê daxwazên gel pêk bên. Hêvî dikim ku nasnameya Kurdan bê nasîn di makezagonê de bê parastin, zimanê Kurd bibe zimanê perwerdehiyê û Kurd dê xwe bi rêveberiyên xwe yên xweser xwe rêvebibin. Heke di vê çarçoveyê de li hev hatinek pêk bê dê gelek erenî bibe. Divê di vê meclîsê de pirsgirêka Kurd bê nîqaşkirin. Divê daxwazên Kurdan yek yek bên tesbîtkirin. Komîsyona ji nava vê meclîsê tê avakirin dê bi rayedarên dewletê re hevdîtina bikin û pirsgirêkê nîqaş bikin. Piştî mutabakat pêk hat dê vegerin meclîsê û piştî erêkirina meclîsê dê aştî pêk bê. Di sala 2006'an de dema me KADEP ava kir di rêziknameyê de me çareseriya pirsgirêka Kurd hedef dan. Armanca me ew e ku pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk û diyalogê bê çareserkirin. Îro em hatin vê astê em gelek keyfxweş in. Ji ber ku daxwazên Kurdan bi xwînê hatin tepisandin Kurd neçar man derketin çiyayan û mafên xwe parastin. Heke şertên derketina çiyayan rabikin şer namîn e. Ez hêvî dikim ku dewlet dê gavên stratejîk bavêje. Ji ber ku li pêşiya me hilbijartin heye. Hêvî dikim ku ev pêvajoyekî taktîk nîn e." 

DÎHA/AMED