Serokê Federasyona Asurî ya Swêdê, Afram Yakoup, pakêta ku Erdogan aşkera kir, nrixand û da zanîn ku pakêt daxwazên gelê Asûrî nayne cih û got guherînên makeqanûnî yên ku mafên gelan dikin bi ewlehiyê di pakêtê de cih nagire. Jakoup diyar kir ku AKP’ê axa Mor Gabrîel şûnde da û ev jî ji ber dê AKP’ê li DMME’ê wenda bikira, da diyar kirin ku di pêkêtê de daxwazên perwerde zimanê dayikê ya gelê Kurd û Asurî-Suryanî nayne cih. Jakoup got ew wekê li Swêdê, dixwazin li Tirkiyeyê jî li dibistanên aydê dewletê perwerde bi zimanê wan yê fermî bê dayîn.  Serokê Seyfo Center, Sabrî Atman ku bi xebatên xwe yên li qirkirinê tê zanîn, da zanîn dayîna axa Mor Gabrîel  erêniye û  got ji bo vê têkoşînek bi salan hat dayîn û her her wiha rakirina ‘sonda me’ jî  geşedanek erêniye.


Wateya pakêtê tune ye

Serokê Komeleya Keldanî-Asurî-Suryanî Ozcan Kaldoya da zanîn ku pakêta ku Erdogan aşkera kiriye ne ya demokratîkbûnê ya xapandinê ye û dixwaze vê pakêtê xwe xilas bike.
Kaldoyo got ev pakêt bersivê nade daxwazên gelê kurd, Asurî-Suryanî û wiha got: “Dayîna axa Mor Gabrîel wek reformê îlan dike.  Wekê ku ji Suryaniyan re başiyek kiriye, nîşan didin. Lê di ehamn demê dêran vediguherin mizgeftan.  6 meh berê Dêra Ayasofya ya hezar û 500 salî ya Trabzonê kirin mizgeft. Her wiha em dixwazin mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û pêşveberiya çand û zimanê Asurî-Suryaniyan bikin bi ewlehiya makeqanûnê. ”
Berpirsê navenda Çanda Asurî ya Botkyrka, George Baryawno jî got ew Pakêta Demokrastiyê wek pêngavek erênî dibîne û lê mixabin bersivê nade bendewariyên gelê Asurî-Suryanî.  Baryawno bi lêv kir ku  dayîna axa Mor Gabrîel wekê ku tiştekî baş kirine nîşan didin û got: “Ev ax bi sedan salen yên vê keşîşxaneyê bûn. Dewletê dest danîbû ser.  Niha vê neheqiyê sererast dikin.  Lê vê wek reformê pêşkêş dikin.”
Nivîskar-lêkolîner Hanna Beth-Sawoce jî wiha got: “Di pakêta demokrastiyê ya Erdogan aşkera kiriye de D ya demokrastiyê tune.  Pakêt ne daxwazên kurdan û ne jî yê me tîne cih.  Hikûmeta AKP’ê bi armanca li dijî xebatên qirkirinê yên li Ewropa û welatên din hat meşandin, misîlimeyê bike dest danî ser axa Mor Gabrîel. Niha axa ku bi armanca mîsîlemeyê dest danîn ser, wekê ku reform kirine şûnde dide. “
Karsazê Asurî-Suryanî Hobîl Rahavî got pakêt erêniye lê gelek kêmasiyên wê hene û wiha got: “AKP’ê darbekar kir hundir. Hinek reform kirin.  Lê zimanê dayikê daxistin asta dibistanên daybet. Ev şaş e. Dewlet wekê Swêdê divê mafê perwerdehiyê yê gelên li Tirkiyeyê dijîn bidê. Axa Mor Gabrîel ji xwe ya me bû. Niha şûnde dide me.”
Hîndekar Feyyaz Kerîmo  jî di axaftina xwe de diyar kir ku AKP bi vê pakêtê qedeha vala wekê qedeha tije nîşan dide û got AKP hewl dide bi vê pakêtê gel bixapîne.Kerîmo bertek nîşanê ku Erdogan axa Mor Gabrîel wekê ku mafekî wî daye Asuriyan nîşanda ye, da û got axa Mor Gabrîel bi zorê ji destê me girtin û wiha got: “Niha dibêjin em axê didin we. Wekê ku bi me qerfê xwe bikin. Ji bo ku li DMME’ê rezîl nebin, ev ax dan.



MURAT KUSEYRI/ANF/STOCKHOLM