HERÊM QADIR / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Aşvaniya bi şêwazê berê li bajarokê Seyîdsadiq ê ser bi Silêmanî êdî nemaye. Aşvanek ku ev 30 sal in vî karî dike, Necmedîn Qotbedîn e. Ew dibêje; “Ji ber ku niha ji derve bi awayekî zêde ard dikeve bazarê, xelk ard nahêre û ji ber kêmaniya elektrîkê jî di rojê de tenê 5 saetan kar dikim.”

Necmedîn Qotbedîn got, “Ez despêkê 10 varîlên avê li cihekî bilind ve dihilawêsim, van varîlan tije av dikim ku ji bo bizivirin û genim bibe ard. Her çiqas av zêde be wê karê min baştir bê kirin. Ev corê aşî pêwîstiya wî bi gaz û ceyranê nîne.”

Necmedîn Qotbedîn diyar kir ku cûreyekî din yê aşan peyde bûye ku ew jî aşê bi tiraktorê ye û wiha dewam kir; “Ev corê aşî, dikare biçe herderê û li ber derê malan jî genim bihêre. Vê jî bandor li ser karê me kiriye. Aşê eslî di nava dikanê de ye, ez bi vê çandê ve mijûl dibim, lê aşê min têk diçe. Li pey min kesekî vî karî bike nîne. Belkî di nava çend salên din de ev karê aş nemîne.”