Di destpêka rêvingiya me ya ji Berlînê ber bi bakurê Brîtanyayê bajarê Hullê ve hevalê min Rêbîn Ahmed ji min re got; ez ê te bibim Kurdistanê û em ê xwarinên Kurdî bixwin. Ya rastî min got; ew behsa malê dike, xwaringeh mala wan e û aşpêj jî dayika wî ye. Lê gava em di encama rêvingiyeke dirêj de gihiştin bajarê Hullê, ereba me li kolana Spring Bank-181-183’ê li ber derê aşxaneyekê sekinî. Gava min serê xwe bilind kir, li ser lewheya wê bi tîpên mezin KURDISTAN RESTAURANT nivîsandî bû. Teqrîben 17 sal in li Ewrûpayê me, min gelek kargehên Kurdan dîtine, hind ji wan jî bi navên Kurdî bûn lê rasterast bi navê Kurdistanê min ti cihên bazirganiyê nedîtibûn. Helbet gelek li xweşa min çû. Piştî em ketin hundir û min li dezgeh û timtêla aşxaneyê nêrî, bi rastî jî kêlîkek min xwe li devereke Kurdistanê hîs kir. Hevalê min di bin simbêlan re dikeniya û got; “Fermo, te çi xwarinên ji aşxaneya Kurdî divên li vir hene.” 

Piştî vê serdana yekê nivîsandina çîroka vê aşxaneyê li min bû derd. Di mêvaniya şeş rojan de li bajarê Hullê leqayê gelek Kurdan hatim, piraniya wan ji Başûr û Kurdên Soran bûn. Taliyê bû qismet ez û xwedanê aşxaneya Kurdistanê hatin cem hev. 


Wek markeyeke xwarinê ye

Xwediyê aşxanê Mihemmed Resul Ebdullah ji başûrê Kurdistanê, ji bajarê Silêmaniyê ye.15 sal in li Brîtanya li bajarê Hullê dijî. Di sala 2006’an de li Hullê restauranta Kurdistan vekiriye. Mihemmed Resul Ebdullah li wir dest bi aşxane û aşpêjiyê kiriye. Beriya wê hîç karekî wisa nekiriye. Lê aşxaneya wî niha li bajarê Hullê wek markeyeke xwarinê ye ku ji her deverê û ji her gelî mirovin lê dibin mêvan.

Mihemmed R. Ebdullah di dîroka bajarê Hullê de wek destpêkek e, beriya wî hîç cihek bi navê Kurdî nebûye. Piştî wî gelek Kurdên dîtir jî navên dikan, market û telekafeyên xwe bi Kurdî danîne. Ebdullah serûwena xwe ya aşxane û aşpêjiyê wiha vegot: “Ji mêj ve min hez ji karê aşxaneyê û aşpêjiyê dikir, wisa jî navê Kurdistanê li ber dilê min şîrîn û pîroz e û min xwest navê milet û welatê min li ser aşxaneya min be.” 


Berî nijadperest zor bûn

Li bajarê Hullê destpêkê Îngîlîzên nijadperest zor bûne, lê di nav demê de hêza wan şikestiye, vê gavê tenayî li yek du kolanên bajêr hene. Lê sawdariya wan ya berê jî têkçûye. Niha li Hullê pêkhateyeke pirrengî serwer e. Berî 4.5 hezar Kurd hebûne, piraniya wan zigurd (betal) bûne, niha wek hejmar kêm bûne, lê yên heyîn bi piranî malbat in. Ebdullah di nav demê de sedemê kêmbûna Kurdan jî wiha anî ziman: “Bi taybetî piştî desthilata Kurdan a li Başûr hind ji wan ji aliyê hikûmeta Îngîllîz ve hatine derkirin. Beşek ji wan jî bi dilê xwe vegeriyan.” 


Ji aşxaneya Îtalî bigir heta ya Hindî

Mihemmed R. Ebdullah heta niha hîç cilûbergên medenî li ber xwe nekirine, her kincên Kurdî li ber xwe dike, ew li gel aşxaneya Kurdistanê bi cilûbergên xwe jî navdar e. 

Ji her milet û deverî mişteriyên wî hene, li gel xwarinên Kurdî ew xwarinên navneteweyî jî dipêje. Ji aşxaneya Îtalî bigir heta ya Hindî kî çi cure xwarinê bixwaze dikare li wir bixwe. Lê ya rastî, piraniya mêvan û muşteriyan ji bo xwarinên Kurdî tên aşxaneyê. 

Di aşxaneya Kurdistan de ji serûpê bigir heta qozî, kuba û epraxan her cure xwarinên Kurdî dikelin û cureyên kebaban jî tên biraştin. Gelek ji mêvanan dibêjin; hîç ferqa çêja xwarinên aşxaneya Kurdistan ji yên Silêmaniyê nîne. 


Ev wezîfeya Kurdan e

Mihemmed R. Ebdullah gava bihîst ku li Elmanya bi navê Kurdistan ti kargehek nîne, metel ma û got: Xebînet e ku li Elmanya mîlyon û nîv Kurd hene û bi navê Kurdistanê cih û xwaringeheke wan nîne. Bi rastî ji bo min zehmet e, destê min nagihîje wan deran, nexwe min dixwest li bajarekî Elmanya jî cigehek bi navê Kurd û Kurdistanê vekim, ev wezîfeya Kurdên wê derê ye.

Ebdullah derbarê ewlehî û helwesta kes û derdorên ji welatên ku Kurdistan dagirkirine de jî wiha peyivî: “Heta niha pirsgirêkek girîng jî ji me re derneketiye. Belkî carek an jî ducar hewildanên wisa qewimîbin, lê em jî ne kesên vala ne. Muşteriyên me yên Tirk, Ereb û Faris jî hene, kes nikare arîşe dirust bike, eger bikin jî em amade ne xwe biparêzin.”


Ji bo Kurdên li Elmanyayê

Ebdullah di dawiya axaftina xwe de ev peyam ji Kurdên li Elmanyayê re rêkir: “Kurdên li Elmanyayê di warê têkoşîna siyasî û welatheziyê de gelek ked dane û bi pêşketine. Ev cihê şanaziyê ye. Ez silavên xwe ji karsazên welatparêz re dişînim, divê di zûtirin demê de cih û kargehên bi navê Kurdistanê vekin. Li Ewrûpa her milet û gel bi navê welatê xwe bi sedan kargeh vekirine, divê yên me Kurdan jî hebin. Divê dost û dijmin fêrî navê Kurdistanê bibin. Ev zor girîng e.”


YEKO ARDIL / HULL