Bêguman hema her Kurd Asya Abdullah nas dike, lê Salvador Allende ne gelekî!... 

Asya Abdullah Hevseroka PYD'ê li Rojavayê Kurdistan ye, Salvador Allende Serokdewletê berê yê Şilî bû... 

Asya Abdullah, li dijî faşîzma sedsalê şer kir. Wek lehenga jina  Kurd, di Şoreşa Rojava de bû xwedî rol û têkoşîna xwe didomîne. Salvador Allende jî, yekemîn serokê Marksîst, bi hilbijartinê bû serokdewletê Şilî. Wek serokê xizanan dihate naskirin. Li Emerîka Latîn, wek lîderekî reformist û xwedî sîstemeke alternatif bû. Lê “rastî û hêz” li ber çavan negirt, rastiya provakatorî li hundir û derve nedît; wek çareseriyê, artêş kire hevparê desthilatdariyê. Generalê hevparê desthilatdariyê Pînochet, bi desteka CIA, tanq şandin ser saraya serokdewletê. Salvador Allende teslîm nebû, got, “Ez bi îradeya gel hatime, tenê gel dikare min ji vir dûr bike” û bi kalaşînkofa ku Castro xelat dabûyê, li dijî darbeya faşîst şer kir. Hate kuştin.  Asya Abdullah yek jina ku di nava Tevgera Azadiya Kurd de, bûye xwedî îdealên mezin. Wek Ocalan destnîşan dike, jineke ku xwedî îrade ye û “xwebûnek” e. Di pengava Şoreşa Rojava de roleke sereke list û di şerê Kobanê de, çarenûsa xwe bi ya gel re kire yek: Bi xemla jina xwedî îdealên mezin, ligel rêveberên din yên Rojavayî, di nava berxwedana Kobanê de cihê xwe girt. 

Helwesta Asya Abdullah, moral da gelê Kobanê, hêrsa civaka Kurd li welat û derveyî welat bilind kir; bû banga şoreşger û aştîxwazên cîhanê. Vê helwestê, lîderê Şilî ku wek  hêviya gelên Emerîka Latîn derkete holê  anî bîra min. Salvador Allende jî, îradeya gel parast û canê xwe di wê oxirê de da. 

Asya Abdullah jî, di kêleka Arîn Mîrkanan de, wek “jina pêşeng” cihê xwe girt. Ji bo jinên Kobanê, jinên li ser sinor, li kolanên bajar û navçeyên Kurdistan û metropolan bû mînak. Jinên Kobanê jî, di parastina Kobanê de rol lîstin.  Mînaka Asya Abdullah li Şingalê jî, derdikevê holê. Dema jin derketin pêş û pêşengiya civakê kirin, serketin teqeze ye. 

Jina Kurd, di meşa azadiyê de, bûye hiş û raman, bûye felsefe, bûye stuna modela xweseriya demokratîk. Serketina Kobanê, tola jinên Şingalê ye. Li dijî faşîzma sedsala 21. jina Kurd bû nasnameya seerketinê û navê Kobanê kirin “bajarê şehîdan”. Mîna Stalîngradê. Kobanê êdî nexşeya rûmet û îradeya gelan e.

Di herka dîrokê de, dijminên şoreşan, li hundir û derve her dem hene. Di Şoreşa Rojava de jî dijminên hundir û derve hene. Yên derve eşkere bûn û êrîş kirin. Hêzên feodal geh bi “mêjiyê megafonî”, geh bi şûrê Bonapart tevdigerin û êrîş dikin. Ev hêzên kujer, mîna li Tirkiyê xuya dike, civakan ber bi îdeolojiya  faşîzmê re dibin.  

Lê serketina Kobanê, ew otorîteya faşîzan ku dibin gelek nav û gotinan de hatiye veşartin têk bir. Li Kobanê  îradeyek rêxistinkirî,  îradeyek kollektîf, di eniya leşkerî û siyasî de, di eniya civakî û medyayê de, di eniya îrade û ideolojîk de, di eniya wêjeyî û kulturî de derxiste holê. Vê jî hêza polayî ya bi du avan stewandî derxiste holê. 

Asya Abdullah û Salvador Allende, di destnîşan kirina îradeya gel û dilsoziya şoreşê de, (îdeolojîk û pratîk) dikarin ligel hev werin nirxandin. 

Asya Abdullah, ji Allende cûda; rastî û hêzê, di îradeya gel de li ber çavan digire. Ev tîpolojiya nû ya siyasetmedaran e. Min, berî niha  tîpolojiya nû ya siyasetmedarên Kurd, di kesayeta Salih Muslim de destnîşan kiribû. Ev îdeal ya gelê demokratîk, dewleta demokratîk û siyaseta demokratîk e. Îdeala gel û stratejiya parastina gel e… 

Bi vî rengî, Şoreşa Rojava wê li Rojhilata Navîn rola pêşengiyê bilîze û guhertina îdeal pêk bîne. Ev jî felsefeya jiyanek nû ye.  Li Şilî berpirsiyarî û binbariya şoreşê hate ihmal kirin: Li Rojava, divê binbarî û berpirsiyariya şoreşê nayê ihmal kirin.